Weqfa Yetîman û Kerwana Umudê li herêma erdhejê dest bi alîkarîyan kirin

Gelek bajarên Kurdistana Tirkîyê bi erdheja ku mezinahîya wê 6.8 bû hejîya.

Piştî erdheja ku pêk hat re Weqfa Yetîman digel ekîba xwe ya ku ji 20 kesan pêk dihat çû Xarpêtê.

Serokê Weqfê Fîkrî Karavîl jî beşdarî koma alîkarîyê bû.

Ekîba weqfê ya ku gihaşt herêma erdhejê dest bi xebatên alîkarîyê kir. Weqf vê şeveqê şorba ji welatîyan re belav kir.

Weqf her wisa kona xwarina germ danî û rayedar destnîşan kirin ku ew ê rojê 3 danan xwarin belav bikin.

Karavîlê Serokê Weqfê derbarê mijarê de destnîşan kir: “Welatîyên me ji ber erdhejê li derve man. Em hewl didin ji wan re bibin alîkar. Alîkarîyên me berdewam dikin.”

ÎLKHA








İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne