Wezîr Çavuşoglu: Li derveyî welêt 32 welatîyên me ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu derbarê mijarê de destnîşan kir “Hinek welatîyên me xwestin ku cezaneyên xwe bînin Tirkîyê em desteke lazim didin wan.”

Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya derheqê rojevê de belav kir de derheqê welatîyên Tirkîyê yên ku li derveyî welêt ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan de nirxandinan kir.

Çavuşoglu di daxuyanîya ku da destnîşan kir “Em ji bo xizmeta herî baş a ji bo welatîyên xwe yên li derveyî welêt xebatên xwe didomînin. Me bi talîmata Serokomarê me dest bi xebatan kir. Bi 11 seferên ku hatin kirin 2 hezar û 721 xwendekarên ku li derveyî welêt dixwandin hatin anîn û di yurdan de hatin bicîkirin û niha di karantînayê de ne. Li derveyî welêt 32 welatîyên me ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan. Hinek welatîyên me xwestin ku cezaneyên xwe bînin Tirkîyê em desteke lazim didin wan.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn