Wezîr Çavuşoglu: Sibe dê lijneyek ji Rûsya bê Tirkîyê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê destnîşan kir wehameta li Îdlîbêrewşa xwe diparêze û got, ew ê bi terefê Rûsyayê re hevdîtineke nû bê kirin.

Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê di daxuyanîya hevpar a ku bi Mîroslav Lajcakê Wezîrê Karên Ewrûpa û Karên Derve yê Slovakyayê re kir de derbarê Îdlîbê de nirxandinek kir.

Çavuşoglu di destpêka axavtina xwe de diyar kir “Ji bo dawî li wê felaketa însanî ya li Îdlîbê bê anîn çi ji destên me bê em ê bikin” û dû re wiha got: “Rejîmê êrîşî leşkerên me kir, 8 leşkerên me şehîd bûn. Me bi qet bi qet bersiv da êrîşê. Me helwesta xwe ya di vî warî de ji Rûsyayê ragihand. Hevdîtinên me yên bi Rûsyaya ku garantorê rejîmê ye re berdewam dikin. Serokomarê me berî vê 2 rojan li Putîn re hevdîtin kir.  Di encama vê hevdîtinê de biryar hat dayîn ku heyet werin ba hev. Sibe dê lijneyek ji Rûsya bê Tirkîyê.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn