Wezîr Koca: "117 nexweşên me yên din jî canê xwe ji dest dan"

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê re daxuyanî da.

Di navbera endamên Lijneya Zanistê ya Coronavîrusê ya Wezareta Tenduristîyê ji bo geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de binirxînin  bi şêwaza vîdeo konferansê civînek li dar xistin.

Piştî civîna ku hat kirin ji teref Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Wezîr Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de 117 welatîyên din ên ku bi vîrusê ketibûn canê xwe ji dest dan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Di encama 37 hezar û 535 testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 83 kesan re vîrus hat tespîtkirin û hejmara pêketîyan derket 98 hezar 674 kesan û hejmara mirîyan jî derket 2 hezar û 376 kesan."

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Qezay Farqîni de vewr varena
Rêyên 304 gundan hatin girtin
Weqfa Êtîman li Xezzeyê sifreyên fitarê vala nahêle
Mijara kêmbûna veberhênana pîşesaziyê ji bo bakur anî Meclîsê
Zêdetirî 20 kes ji dûmanê tesîrdar bûn