Wezîra Enformasyonê ya Libnanê îstîfa kir

Manal Abdussameda Wezîra Enformasyonê ya Libnanê bi daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew ji hikûmetê îstîfa kiriye.

Abdussamed di daxuyanîya xwe ya ku derheqê teqîna li Bendera Beyrûdê pêk hat de nirxandinan kir û destnîşan kir: “Ji ber ku min bersiv neda hêvîyên Libnanîyan ez ji gelê Libnanê lêborîna xwe dixwazim.Ez ji ber bobelata li Beyrûdê ji hikûmetê îstîfa dikim.”

Di encama teqîna ku di 4ê Tîrmehê de li Bendera Beyrûdê pêk hatibû de  158 kes canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Ji ber teqîna ku pêk hatibû nêzî 300 hezar kesî malên xwe terk kirin û piştî teqînê li kolanan xwepêşan hatin destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye