Wezîrê Karên Derve yê Îranê derheqê Peymana Sedsalê de bi Îsmaîl Henîyye re hevdîtin kir

Muhammed Cevad Zarîfê Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Sîyasî yê Hamasê li ser telefonê hevdîtin kirin.

Di hevdîtina ku hat kirin de Zarîf “Projeya Peymana Sedsalê” ya xeyrî însanî ya Trump bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ew li dijî planê destekê didin gelê Filistînê.

Zarîf di hevdîtinê de her wisa diyar kir divê komên Filistînî li dijî planê rabin û dû re wiha got: “Îran ew ê destekê bide micedeleya meşrû ya gelê Filistînê.  Divê di asta navneteweyî de li dijî projeya Amerîkan-siyonîzmê bê derketin.”

Îsmaîl Henîyyeyê Serokê Şaxa Sîyasî yê Hamasê jî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir ew ê her tim li dijî îşxala rejîma siyonîst birawestin û ew  ji ber desteka ku ji wan re tê dayîn ji Îranê teşekkur dikin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da