Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: “DAIŞ fealîyetên xwe zêde dike”

Fuad Huseyînê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê destnîşan kir, DAIŞ li çend herêmên Iraqê fealîyetên xwe zêde dike.

Fuad Huseyînê Wezîrê Karên Derve yê Iraqê ji bo hinek ziyaretinan çû Rûsyayê. Huseyîn piştî ziyaretên ku kir de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir: “Di destên me de delîl hene ku endamên DAIŞê li Kerkuk, Anbar, Dîyala û Nînovayê fealîyetên xwe zêde dikin. Hêzên Iraqê çend heban ji wan girtin ku bîyanî bûn. Ji bo ev kes bên teslîm xebat hatin destpêkirin.”

Huseyîn di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê asayîbûna bi siyonistan re de jî wisa got: “Hamleya asayîbûna bi îsraîl re ji me re nehat pêşkêşkirin. Doza Filistinê bes ne polîtîkaya derve ya Iraqê bi heman awayî ya hundir e jî. Gelê Iraqê destekê dide doza Filistînê.”

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Riha de qezaya trafikî ya zincîre de 3 kesî birîndar bîyî
Şertên Desmêjê li gorî Mezhebê Şafiî
Di qrîza dil de deqîqeyên pêşî jiyanê difilitînin!
Hejmarê şehîdên li Xezzeyê gihîşt 73 hezar û 462 kesan
Sîyaset ji bo xizmetkirina milet û bidestxistina riza Xwedê amûrek e