Wezîrê Tenduristîyê: “Li Stenbolê nexweşên ku rewşa wan giran e ji sedî 42 zêde bû"

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê destnîşan kir, di meheke dawî de ji ber Coronavîrusê li Stenbolê hejmara nexweşên ku rewşa wan giran e ji sedî 42 zêde bû.

Wezîr Koca derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; di meha nîsanê de ji sedî 65ê kesên ku bi vîrusê diketin û ji sedî 54ê kesên ku ji ber vîrusê dimirin li Stenbolê bû û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di meha nîsanê de ji sedî 72yê nexweşên me yên giran li Stenbolê bûn ku di nava meheke dawî de ev hejmara ji sedî 42 zêde bû. Em pêkve dikarin rîska ji bo Stenbolê ji holê rabikin.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye