Wezîrê Tenduristîyê: “Micadeleya li dijî Coronavîrusê parçeyeke jiyana me ye”

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê piştî civîna lijneya zanistê re daxuyanî da û destnîşan kir di 24 seatên dawî de 22 welatîyên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser wan bajarên ku lê herî zêde pêketî hene û navê wan wan bajaran wisa anî zimên; Diyarbekir, Konya, Riha, Entabê, Stenbolê, Enqere û Mêrdîn.

Wezîr Koca di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “Micadeleya li dijî Coronavîrusê parçeyeke jiyana me ye” û dû re wiha got: “Ji ber ku micadeleya dûvdirêj bû bû sedema rehawetê.”

Di 24 seatên dawî de 49 hezar û 302 test hatin kirin û di encama van testan de bi hezar û 41 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Vakfê Yetiman ra seba aktiviteyê mewlidi dawet
Qada ku ji bo çalakiya Mewlûda Nebî hatî amadekirin, li benda evîndarên pêxember e
Li Çinarê birûsk ket: 1 birîndar
5emîn Kongreya Asayî ya Teşkilata Navçeya Çinarê ya HÜDA PARê Hat Lidarxistin
Êşa ku di êrîşên li ser dibistanan de hatiye jiyîn êşa hemû Tirkîyeyê ye