Wezîrê Tenduristîyê navên bajarên ku lê nexweşên Coronavîrusê zêde dibin eşkere kir

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê destnîşan kir di 24 seatên dawî de 22 welatîyên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û navên bajarên ku lê nexweşên Coronavîrusê zêde dibin eşkere kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir: "Di van rojên dawî de li hinek bajarên me hejmara pêketîyan zêde dibe. Di Diyarbekirê 30 kes, li Kayserîyê 41 kes, li Êlihê 22 kes û li Bursayê jî 46 kes di lênerîna awarte de tên tedawîkirin."

Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristîyê di 24 seatên dawî 41 hezar û 112 test hatin kirin û di encama van testan de bi hezar û 248 kesên din re vîrus hat tespîtkirin.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne