Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê di warê Covîd-19 de hişyarî da

Dr. Saman Berzencîyê Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser waqa û mirinên ku Coronavîrus ji wan re dibe sedem.

Li Herêma Kurdistanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê dikevin û ji ber Coronavîrusê dimirin her ku diçe zêde dibe.

Wezîrê Tenduristîyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencîyê balan kişand li ser waqa û mirinên ku Coronavîrus ji wan re dibe sedem û destnîşan kir, ger li gorî tevdîran heyê hereketkirin ew ê rewş xirabtir û nebaştir bibe.

Berzencî di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, divê welatî li gorî tevdîran hereket bikin û di vî warî de hessas bin û dû re wiha got: "Ji ber ku li gorî tevdîran nayê hereketkirin hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê dimirin û bi vîrusê dikevin zêde dibe."

Li gorî danetên Wezareta Tenduristîyê heta niha 2821 kes bi vîrusê ketin û 75 kes jî canê xwe ji dest dan.

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne