WPT: Di 10 rojan de 3 hezar û 541 kesên ku hewl didan sînor derbas bibin hatin girtin

Wezareta Parastinê ya Tirkîyê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir di derbasbûnên xeyrî qanûnî yên ku hatin kirin de 500 qarton cixare û 15 kîlo tiryak hat bidestxistin.

Derbarê mijarê ji teref Wezareta Parastinê ya Tirkîyê ve li ser medyaya civakî daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 10 rojan de 3 hezar û 541 kesên ku hewl didan sînor derbas bibin hatin girtin ku exlebeyê wan Sûrîyeyî bûn.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di derbasbûnên ku xwestin bên kirin de 500 qarton cixare û 15 kîlo tiryak hat bidestxistin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, qamyonek li lembeyên trafîkê li otomobîlekê qelibî.
Li Çinarê agir bi dorsa qamyonekê ket
Salvegera 13emîn a HÜDA PARê li bajarê Dîyarbekirê bi coş hat pîrozkirin
Li ser rêya gundê Qîlwa yê Çinarê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn.
Werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin