Xweda bela wan kesên ku lawê min revandine bide

Dayika dilşewat a ku lawê wê berî vê 8 salan hat revandin, ji bo destekê ji Agirîyê hat Diyarbekirê û ji wan kesên lawê wê revandine re lanet xwend.

Çalakîya rûniştinê ya wan dayik û bavên ku zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li serê çiyê li ber avahîya Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê berdewam dike.

Doh komek dayikên ku bi navê “Dayikên Agirîyî yên Çarik Spî” ji Agirî hatin Diyarbekirê û beşdarî wê çalakîya dayikên ku bavên ku zarokên wan ji teref HDP/PKKê ve hatine revandin li serê çiyê li ber avahîya Serokatîya Bajara Diyarbekirê ya HDPê berdewam dike bûn.

Nazîme  Kinata ku lawê wê yê bi navê Kenat Kinat berî vê 8 salan hatibû revandin li cihê çalakîya rûniştinê daxuyanîyek da.

“Xweda bela wan kesên ku lawê min revandine bide”

Dayika Nazîme destnîşan kir lawê wê berî vê 8 salan hatiye revandin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Lawê min Kenan weke wan lawên min ên din li Stenbolê dixebitî. Ez pêlekê çûm Stenbolê. Dema ku ez vegerîyam Agirîyê, lawên min li min gerîyan û gotin 'Kenan winda bûye.' Me lê gerîya, lê belê me ti xeber jê nestand. Ev bû çend sal ku hêj xeber jê nayê standin. Xweda bela wan kesên ku lawê min revandine bide.”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Di guhertina werzê de li hemberî rîska krîza dil baldar bin!
Diyarbekir de Fuarê Tarım u Heyvancılıği be tamonê mehalliyi xemıliyeno
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Sewalkariyê deriyên xwe vekir
Coşa Mewlûda Nebî li Wan, Edene û Stenbolê jî berdewam dike
Di lêpirsîna dibistana ku qetlîam lê hat kirin de dayîk jî hate girtin