Xwepêşanên li Fransayê berdewam dikin

Li Fransayê xwepêşanên ku berî vê çend mehan dest pê kiribûn bênavber berdewam dikin.

Hat ragihandin doh li Fransayê li 250 xalên cûda bi beşdarbûna 806 hezar kesan xwepêşan û  grev hatin lidarxistin. Di midaxeleya ku li xwepêşandêran hatin kirin de 90 kes hatin binçavkirin û 3 rojnameger jî birîndar bûn.

Li gorî reqemên fermî 806 hezar kes beşdarî xwepêşanan bûn, lê belê ev reqem li gorî sendîqayan milyonek û nîv e.

Li Parîsa paytexta Fransayê 250 hezar kes birêveberîya Macron protesto kirin. Rayedarên ewlehîyê ji ber xwepêşanên ku tên lidarxistin 6 hezar polêsan wezîfedar kirin.

Ji ber xwepêşanên ku êlekzer beşdarî bûn Birca Eyfelê hat girtin û ekserîyeta seferên trênan hatin betalkirin û ji sedî 80yê mamosteyên mekteban dev ji kar hat berdan. Her wisa hat hînbn Aîr France, Transavîa û Ryanaîr jî ji ber grevê gelek seferên xwe betal kirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin