Yapicioglu ji bo tazîyê li malbata Şêx Sidîq Ebdulezîz gerîya

Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu ji ber wefata Şêx Sidîq Ebdulezîzê Rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin rehmet kir li malbata wî gerîya û sersaxîyên xwe anî zimên.

Şêx Sidîq Ebdulezîzê Rêberê berê yê Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin berî vê çend rojan rehmet kir.  Ji ber wefata Ebdulezîz, Wekîlê Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekerîya Yapicioglu li Serokê Giştî yê Bizûtneweyê Şêx Îrfan Alî Ebdulezîz û Şêx Xalidê lawê merhûm Şêx Sidîq Ebdulezîz gerîya û ji bo wan sersaxîyên xwe anî zimên û sebra cemîl ji bo wan nîyaz kir.

Şêx Sidîq Ebdulezîz kî ye?

Sidîq Ebdulezîzê ku di sala 1939an de li Helepçeya Kurdistana Iraqê ji dayik bû di sala 1979an de Bizûtnewey Raperînî Îslamî damezrand.

Şêx Sidîq Ebdulezîzê ku di sala 1986an de ji teref rejîma Baasê ve derheqê wî de qerara girtin û kuştinê hat dayîn di sala 1999an de digel Bizûtnewey Îslamî, Bizûtneweya Îslamî ya Kurdistanê damezrand.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Çantaya pırê zêrî ya ke Diyarbekir de otobüs de amibi viraerdene, teslimê wayirê cı amiyo kerdene
Li ser rêya Çinar û Bismilê de TIR wergeriya şerempolê
Zanist li dijî bêxewiyê çi pêşniyar dike?
1 mirî, 12 birîndar
Bi vê girseyê re, Dîyarbekir peyama "em ji bo yekîtîyê amade ne" da