Îro ji teref Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ve daxuyanîyek hat belavkirin. Pompeo di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir ew wek Amerîkayê polîtîkaya xwe ya derbarê wan herêmên ku li Şerîaya Rojava ji teref siyonîstan ve hatine îşxalkirin û lê avahî tên sazkirin guhartine. Pompeo di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir, derbarê wan wargehên ku li Filistînê ji teref siyonîstan ve hatin îşxalkirin û lê avahî tên înşakirin de destnîşan kir “ biya me ev înşakirin ne li dijî hiqûqa navneteweyî ye.”
Ji ber vê daxuyanîya Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mîke Pompeo ji teref Yekîtîya Ewrûpayê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; helwesta me ya li Şerîaya Rojava redkirina îskana cihûyan nehat guhartin
Federica Mogheriniya Temsîlkara Bilind a Polîtîkaya Ewlehî û Pêwendîyên Derve ya Yekîtîya Ewrûpayê di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Temamê planên îskanê li gorî qanûnên navneteweyî xeyrî qanûnî ne. Temamê navendên îskana cihûyan li dijî qanûnan e. Helwesta me ya li Şerîaya Rojava redkirina îskana cihûyan nehat guhartin.”
ÎLKHA