Yunanistan dê 10 hezar kesên koçber îadeyî Tirkîyê bike

Hikûmeta Yunanistanê plan dike ku heta dawîya sala 2020î 10 hezar kesên koçber îadeyî Tirkîyê bike.

Hat ragihandin Hikûmeta Yunanistanê plan dike ku heta dawîya sala 2020î 10 hezar kesên koçber îadeyî Tirkîyê bike. Tê diyarkirin ji ber şewata ku di Kampa Morya ya Girava Mîdîllîyê derket ev qerara îadekirina koçberan hatiye dayîn.

Heftîya borî Komîteya Girtina Pêşîya Muameleya Nebaş û Îşkenceyan a Konseya Ewrûpayê  di warê muameleya ku ji teref Yunanistanê ve li hember koçberan tê kirin de raportek amade kiribû û di raporta ku hatibû amadekirin de komîte rexneyên gelekî tund li Yewnanistanê kiribû.

Di raporta ku ji teref Komîteya Girtina Pêşîya Muameleya Nebaş û Îşkenceyan a Konseya Ewrûpayê ve hatibû amadekirin de hatibû diyarkirin li herêmên mîna Giravên Mîdîllî, Sakiz û Sîsamê û li bajara Selanîkê koçber di şert û mercên “xeyrî însanî” de hewl didin bijîn.

Di şewata ku di Kampa Moryayê ya koçberan derketibû de pîrekek canê xwe ji dest dabû û 17 kes jî birîndar bûbû. Li kampa ku lê şewat derket tê diyaririn ku 13 hezar koçber dimîne.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo
Li Amedê kêmasiya sanayiyê di navçeyên biçûk de ji welatiyan re lêçûna zêde tîne