Zarîf ji bo welatîyên Îranê yên ku li Amerîkayê girtîne bên berdan bang li Amerîkayê kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Muhammed Cevad Zarîfbang li birêveberîya Amerîkayê kir da ku wan girtîyên Îranî yên ku di girtîgehên Amerîkayê de tên girtin bên berdan.

Zarîf li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Zarîf di daxuyanîya ku belav kir  derbarê mijarê de wisa got: “ Amerîka wan însanên zanyar ên Îranî yên ku bêsûc û belesebeb û bi hincetên mueyyîdeyên sexte rehîn standine serbest bernade; hetta mehkemeyên wan bi xwe jî van sûcdarkirinan  qebûl nekirine.”

Zarîf di berdewama daxuyanîya xwe de bang li birêveberîya Amerîkayê kir û got: “Ev welat di pêvajoya şobeke wisa destûra nexweşîyê nade wan însanên masûm ên ku di wan girtîgehên tirsnak de tên girtin. Welatîyên me serbest berdin!”

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li navçeya Nisêbînê a Mêrdînê, qamyonek li lembeyên trafîkê li otomobîlekê qelibî.
Li Çinarê agir bi dorsa qamyonekê ket
Salvegera 13emîn a HÜDA PARê li bajarê Dîyarbekirê bi coş hat pîrozkirin
Li ser rêya gundê Qîlwa yê Çinarê mînîbusek û otomobîlek li hev qelibîn.
Werin em bi hev re pirsgirêkên xwe çareser bikin