Zarokan li ber Mustafa Kemal dan secdekirin

Di 10ê Mijdarê de li mektebekê zarokan li ber Mustafa Kemal dan secdekirin. Raya giştî ji bûyerê re berteke tund nîşan da.

Berî niha ji teref Şaxên Ciwanan a Bajêra Muglayê ya AK Partîyê ve vîdeoyek amade kiribû û di wê vîdeoyê de wesfên Xwedê ji bo Mustafa Kemal hatibûn bikaranîn û ev yek bûbû sedema bertekên tund ku îro vîdeoyeke din a sosret derket holê.

Kemalîstên ku zarokên xwendekar ên ku ji bo îbadeta ji Xwedê re diçûn camîyan ji xwe re dikir hedef vêcarê zarokan li ber Mustafa Kemal dan secdekirin.

Di dîmenên ku îro derketin holê de tê dîtin mamosteyên mektebekê zarokan li ber Mustafa Kemal dan secdekirin û di wê demê de şiirek bi xwendekarekê didin xwendin û tê de tê gotin ku “qudreta te ya bêdawî nakeve eqlan”

Dîmenên ku hatin kişandin bûn sedema bertekan û di raya giştî de tê pirsîn ‘gelo  hewl tê dayîn da ku Mustafa Kemal wek Xweda bê nîşandan?’

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Li Xezzeyê hejmara şehîdan bû 34 hezar û 654
Em bang li wan dikin ku bi berpirsyarî rabin
Xwendekarên Prîncetonê ji bo piştgirîya Xezzeyê dest bi greva birçîbûnê kirin
Qefîleya hecê ya ewil di 9ê Gulanê de birê dikeve
Platforma Biratiya Îslamî li Çewligê ji bo Xezzeyê kermes vekirin