Zarokê ku mayîn di destê wî de teqîya giran birîndar bûn

Li Mêrdînê zarokekî ku heywanan diçêrand mayîna ku dît di destê wî de teqîya, di encama teqîna ku pêk hat de zarok giran birîndar bû.

Hat ragihandin li Qosera Mêrdînê Alî Saridagê 14 salî li Taxa Akdoganê heywanên xwe diçêrand.  Elî dema ku heywanên xwe li ber sînorê diçêrand mayînek dît û pê lîst. Dema ku Elî bi mayînê dilîst mayîn di destê wî de teqîya.

Ji ber teqîna ku pêk hat Elî giran birîndar bû û hat rakirin nexweşxanê. Piştî midaxeleya ewil a ku li Qoserê hat kirin re Elî hat sewqkirin Entabê.

Cendirmeyan derbarê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin.

ÎLKHA

İlk yorum yazan siz olun
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.

Kurdî Haberleri

Hejmara qurbaniyên ji ber lehiyê gihîşt 8 kesan
Ramazan Tekdemir bawerî nû kir
Weqfa Êtîman li Xezzeyê ji bo pitikan kampanyaya mamayê da destpêkirin
Li Şemrexê qezaya trafîkê: 4 birîndar
Nisêbîn de otomobilo ke park biyo de adır veşayo