Di vê serdanê de ku ji çapemeniyê re girtî bû, Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Îshak Saglam, Parlamenterê Êlihê yê HUDA PARê Serkan Ramanli û Serokê Têkiliyên Derve Huseyîn Îmîr beşdar bûn.
Li ser meseleyên herêmî û yên bi cîhana Îslamê re eleqedar hatin axaftin.
Di hevdîtinê de, ku di atmosfereke germ û dostane de derbas bû, li ser geşedanên herêmî û pirsgirêkên heyî yên cîhana Îslamê hatin axaftin.
Yapicioglu kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî ziman û ji bo serdana wan a xweş spasiya Şêx Îrfan Elî Abdulazîz û şandeya pê re kir.
Şêx Ebdulezîz ji bo mêvanperweriya Yapicioglu spasiya xwe pêşkêş kir û di xebatên wî de serkeftin xwest. (ÎLKHA)