Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.702 kesan

Hejmara şehîdên li Xezzeyê gihîştiye 74.702 kesan

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve, hejmara Filistîniyên ku li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 74 hezar û 702 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 105 kesan.

Di 24 saetên dawî de 3 Filistîniyên din şehîd bûn û 7 kes jî birîndar bûn.

Hejmara şehîdên li Şerîda Xezzeyê ji ber êrîşên rejîma îşxalker zêde dibe.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên tenduristiyê yên ku ajansa fermî ya nûçeyan a Filistînê WAFAyê behs kiriye, hejmara Filistîniyên ku ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve li Xezzeyê hatine kuştin gihîştiye 74 hezar û 702 kesan, her wiha hejmara birîndaran jî gihîştiye 176 hezar û 105 kesan.

Ji 11ê Cotmehê ve ku agirbest dest pê kir, hejmara Filistîniyên ku ji ber êrîş û îxlalkirinên rejîma îşxalker şehîd bûne gihîştiye 1650yan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 5 hezar û 975an.

Li gorî agahiyan, piştî agirbestê, hejmara cenazeyên ku ji bin xirbeyan hatine derxistin gihîştiye 850î.

Çavkaniyên tenduristiyê diyar kirin ku gelek şehîd û birîndar hêna jî di bin kavilan de û li ser rêyan in. Hat ragihandin ku ekîbên lêgerîn û rizgarkirinê ji ber kêmbûna çavkaniyan di gihîştina van kesan de zehmetiyan dikişînin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.