Karwana Hêvîyê ji zarokên êtîm û feqîr re cil û bergên zivistanê belav kir

Karwana Hêvîyê ji zarokên êtîm û feqîr re cil û bergên zivistanê belav kir

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê, xebatên xwe yên ku piştî erdheja 6ê Sibata 2023yan dabû destpêkirin hêna jî li herêmê didomîne.

Di çarçoveya projeya cil û bergan de ji zarokên êtîm, sêwî û mihtac re çekên diyarîyê ku dikarin bi wan qerta/çekan ji xwe re cil û bergên bi dilê xwe bistînin belav kir.

Temsîlkarê Herêma Mereşê yê Weqfa Karwana Hêvîyê Abdurrahman Evîn derheqê xebatê de axivî û got, “Em îro bi navê Karwana Hêvîyê ya Mereşê li vê derê ne. Em di çarçoveya projeya cil û bergan de zarokên xwe yên ku di erdhejê de êtîm, sêwî û mihtac bûne re cil û bergan diyarî dikin. Ew ê zarokên me werin li vê derê û ji xwe re cil û berg û botan biecibînin û temîn bikin. Em ji vê kêfxweşîya wan re dibin hevpar. Banga me ji xêrxwazan re ev e ku bila di vî warî de ji me re bibin alîkar. Hûn jî werin û ji vê kêfa zarokan re bibin hevpar.”

Zarokên ku di çarçoveya projeyê de ji xwe re cil û bergan ecibandin û temîn kirin jî acivîn û îfade kirin ku ew gelek kêfxweş bûne û ji bo xêrxwazan û Weqfê dua kirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.