Li Riha û Colemêrgê 566 kîlo madeyên hişbir hatin desteserkirin

Li Riha û Colemêrgê 566 kîlo madeyên hişbir hatin desteserkirin

Di operasyonên ku li Riha û Colemêrgê ji aliyê ekîbên cendirmeyan ve li dijî hilberîner û firoşkarên maddeyên hişbir hatin lidarxistin de, 566 kîlogram maddeyên hişbir hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî yê Wezareta Karên Navxweyî hatiye belavkirin, operasyon bi koordîneya Serokatiya Daîreya Têkoşîna li Dijî Sûcên Narkotîk a Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan û Serdozgeriyên Komarê yên Sêwereg û Geverê hatin pêkanîn.

Di encama xebatên ku ji aliyê ekîbên Fermandariyên Cendirmeyan ên Bajarên Riha û Colemêrgê ve hatin meşandin de, bi tevahî 566 kîlogram maddeyên hişbir ku ji 370 kîlogram skunk, 177 kîlogram esrar û 19 kîlogram metamfetamîn pêk tê û gelek kelûpelên curbecur hatin desteserkirin. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.