Şewatên pirêze yên ku li Mêrdînê derketibû hat vemirandin
Şewatên pirêzeyan ên ku li navçeyên Qoser û Nisêbînê yên Mêrdînê derketin û li deverên niştecihbûnê belav bûn, piştî çend saetan hatin kontrolkirin û vemirandin.
Şewata gihayan a li gundê Damlaliyê ya navçeya Qoser a Mêrdînê derketibû û li gundênXursa Uzêr û Xursa Navê jî berdewam kiribû, piştî destwerdana hewayî û bejayî ya bi saetan a ji teref ekîban ve hate kontrolkirin.
Di heman demê de, agirê daristanê yê ku li herêma sînor a di navbera navçeyên Nisêbîn û Qoserê derketibû de, bi destwerdanê hate kontrolkirin û vemirandin.
Ji ber şewata ku hem ji bejahî û hem jî ji hewayê ve hate vemirandin, bi dehan donim zeviyên çandiniyê, alavên çandiniyê, dar û gelek deverên niştecihbûnê zirar dît. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.