Şewba Ebolayê

Şewba Ebolayê

Teşkîlata Tenduristiyê ya Dinyayê, da zanîn ku li rojavayê Efrîkayê ji ber şewba ebolayê, hejmara kesên mirî gihaye hezar û 145an.

Teşkîlata Tenduristiyê ya Dinyayê, da zanîn ku li rojavayê Efrîkayê ji ber şewba ebolayê, hejmara kesên mirî gihaye hezar û 145an.

Teşkîlatê di beyana nivîskî de diyar kir ku di navbera 12 û 13ê Tebaxê de li Lîberya, Gîne, Sîerra Leone û Nîjeryayê 152 kesên din bi şewba ebolayê ketine û 76 kesan ji ber nexweşiyê can dane.

Bi vî awayî heta 13ê Tebaxê 2 hezar û 127 kes bi şewba ebolayê ketine û hezar û 145 kes ji ber şewbê mirine.

Teşkîlata Tenduristiyê, ji bo mucadela li ber nexweşiya ku tu rêbaza tedawî û parzayê wê yên ispatkirî tuneye, rewşa acîlê ya qamûya kurewî îlan kiribû û beyan kiribû ku di micadela li ber şewbê de, bikaranîna îlacên ceribandî etîk e.

Dengê Xana Axpar

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.