Seyda û Melayan Civiyan
Li Diyarbekir Nêzî 400 ‘Alim Ji Bo Çareseriya Pirsgirêkan Civiyan
Ji 1924an vir ve, ji ber medrese hatibûn girtin û yesax kirin, li herêma başûrê rojhilat, seyda û mela neciviya bûn.
Li Diyarbekir nêzî 400 ‘alim û seyda, hevcivîn pêk anîn, bi hev re şêwirîn, li ser çareseriya problemên sosyal, bi perwerdehiyê qedandina cehaletê, ji nû ve îhya kirina medresan, hemfikir bûn. Seydayan peyva xwe li ser tehsîldana dersan bi ‘Erebî, Kurdî, Tirkî, Farisî, Îngilîzî jidandin.
Hevcivîna ‘aliman, ji teref weqfa ‘Îlm û Çand û Perwerdehî a Diyarbekir ve hat li dar xistin. Di nav wan de, Seyda Huseyîn Elçî, Mela Seîd Texikî, Mela Şerîf, Mela Xidir, Mela Sadûllah Hatîpoğlû, Mela Fewzî Guzelsoy, Mela Seîd Onen, nêzî 400 ‘alim û zana tevlî civînê bûn.
Hevcivîn bi xwendina Quranê dest pê kir. Xeberdana bixêrhatinê mensûbê weqfê Qûtbeddîn Akdemîr kir. Mela Vezîr Aslan li ser rewş û pêşeroja medresan xeber da. Serekê weqfê Mela Teyyîb Elçî jî, li ser xîzmetên medresa peyivî. Da zanîn ku di dewra cimhûriyetê de, dijminantiya medresa hatiye kirin û hatine yesax kirin. Di hevcivînê de, li ser çareseriya probleman, şêwr hat kirin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.