Şîfreyên Kumpasê: Îhya-Der é

Şîfreyên Kumpasê: Îhya-Der é

Ev çend hefteye lı welatên Tırkîye, kumpas, şantaj, xefık û kemînên ku bı îmkanên dewletê hatıne kırın û bûne sedema meğdûrîyetan tê axaftın û peyıvandın. Qezeta Doğrûhaberê vê hefteyê doza komela îhya-dera xarpêtê kır manşet.

Ji teref rêxistina ku Daraz, Emnîyet û Burokrasî û gelek dever bi dest xistine, li sedan însanan kumpas û îftîra hatin kirin û bi sûcen bê binî hatin girtin, avêtin hepsan.

Ev mexdûryetanan digel beyanatên medyayî yên girseyî, ji teref qamûoyê ve nehatin dîtin.

Însanên bê sûc, bi xefik û kumpasan avêtin hepsan û digel bê sûcin jî hê jî di hepsande ye.

Bi derketina holê ya çend kumpasan, qamûoyû şoq derbas kir û berê xwe zîvirandin hinek dozên din.

Qezeta Doğrûhaberê, vê heftê doza komela Îhya-Dera Xarpêtê derxist rojevê û kir manşet.

Di xebera rojnameyê de, detayên kumpasa ku li Îhya-Derê hatîye kirin yê bandorker cîh digre.

RÊXISTINA PARALEL, DARAZA KU BI DESTXISTÎYE WEK SÎLEHÊ BI KARANÎ Û BI DESTÊ POLÎSAN KUMPAS Û XEFIK HAT RAST KIRIN, LI KESÊN OLDAR Û MUTEDDEYÎN CIZA BARÎYA.

FETHULLAH GULEN, DI 6Ê NÎSANÊ DE BI TEHŞÎYEYAN RE BEHSA HÎZBÛLLAH KIR.

DI PEYRE MEHEK DERBAS NEBÛ, DI SIBEHA 27Ê NÎSANA 2009AN DE, POLÎSAN AVÊT SER KOMELA ÎHYA-DERA XARPÊTÊ.

DI ARŞÎVA EMNÎYETÊ DE, CD YEK Û ÇENTEYEKÎ KOMPÎTORÊ WEK LI KOMELA ÎHYA-DERÊ HATIBE ZEVT KIRIN HATIBÛ NÎŞANDAN.

PARÊZERAN DERBARÊ KU DIVÊ GELO ŞÛNA PÊÇÎYÊN MENSÛBÊN KOMELA ÎHYA-DERÊ LI SER CDYAN HEYE AN NA, TALEB KIRIN. LÊ BELÊ BALA XWE NEDAN VÊ TALEBA HUQÛQNASAN.

DOSYAYÊN WAN DI DEMEKE KURT DE BI ENCAM BÛ Û ŞANDIN DARAZÊ.

DAÎREYA 9AN YA DARAZÊ, RÊZ HEMÛ SER Û BINÊ HEV KIRIN Û DOSYAYA KOMELÊ DA SER A ‘EWUL.

JI BO SEROKÊ KOMELÊ FATÎH DEMÎRT, 15 SAL CIZAYÊ HEPSÊ HAT DAYÎN Û JI BO DILDAYÊN KOMELÊ JÎ 6 SAL Û 3 MEH, BI TEVAHÎ 150 SAL CIZA HAT BIRÎN.

DI NAV KESÊN KU CIZA LÊHATÎYE BIRÎN, ‘ALIM, PARÊZER Û PÎREKEK KU LI MALA XWE DERSA QUR’ANÊ DIDA JÎ HEYE.

XALÎTEKE KU BI SER 50 SAL ‘EMRÊ WÊ HEYE Û JINEK MUSLUMAN YA LINGÊ WÊ BI PROTEZE, BI SER 6 SALA RE CIZAYÊ HEPSÊ HAT BIRÎN.

DI 19Ê COTMEHA 2010AN DE JÎ, AVÊTIN SER VAHDET-DERA SEMSÛRÊ Û LI FALÎYETÊN QANÛNÎ 50 SAL CIZA HAT BIRÎN.

(BANGAHEQ)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.