Şilîya Li Keşmîr Û Pakistanê
Li Keşmîr û bakurê rojhilatê Pakistanê, ev serê 5 rojan e ku şilîya zêde diqewime. Di hedîseyên lehî û hezazan de 135 kesan can dan.
Li Keşmîr û bakurê rojhilatê Pakistanê, ev 5 rojan e ku şilîyên şedîd diqewimin.
Rayedaran dan zanîn ku li Camû Keşmîra di bin îşgala Hindîstanê de, ji ber şilîyê pir xera bûne, 15 xanî bêkêr bûne û herî hindik 70 kesî can dane. Do li herêma Novşerayê otoboseke rêwîyan di ber lehîyê de çûbû û di hedîseyê de herî hindik 35 kes miribûn.
Li herêma Azadê ya Keşmîrê jî, 14 kesan di hedîseyên lehîyê de can dan.
Li eyaleta Pencabê ya Pakistanê jî ji ber şilî û lehîyan 51 kesê can dabûn. Li herêmên Gujranvala û Sîalkotê 45 gund di bin avê de mane.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.