Sînyalên di lezbûna lêdana dil de

Sînyalên di lezbûna lêdana dil de

Faktorên mîna adetên xewê yên bêrêkûpêk ku jiyana modern dibe sedema wan, cixarekêşî, stresa giran, xwarina netendurist, bêhereketî, nexweşiyên kronîk û vexwarina zêde ya kafeînê bandoreke neyinî li ser tendurustiya dil dikin.

Pirsgirêka bêxewiyê ya ku bi taybetî di salên dawî de her ku diçe berfireh dibe, dikare bibe sedema xirabûna rîtma dil û giliyên li ser çirûskîna (lêdana lez a) dil.

Pisporê Kardiyolojiyê Prof. Dr. Mert İlker Hayıroğlu diyar kir ku pirsgirêkên apnea xewê (biriqîna bêhnê di xewê de) û xurînî (xorandin) ku piranî nayên girînggirtin jî, di dema dirêj de dikarin bibin sedema xirabûnên giran ên rîtma dil.

Hayıroğlu nêrîna xwe weha anî ziman: 'Çirûskîna dil, di roja me ya îro de ne tenê di mezinan de, di nav ciwanan û heta di komên temenê zarokan de jî pirtir tê dîtin. Xebatên zanistî nîşan didin ku xirabûna nîzama xewê, pirsgirêkên mîna apnea xewê û xurîniyê dikarin bandoreke neyinî li ser rîtma dil bikin. Çirûskîna dil di hinek rewşan de dikare bibe nûçegihana (sînyala) xirabûnên girîng ên rîtmê ku destwerdanê dixwazin.'

Prof. Dr. Hayıroğlu tekez kir ku çirûskîna dil her tim nayê wateya nexweşiyeke giran, lê belê heger bi hinek nîşaneyên din re were dîtin teqez divê were nirxandin; wî 8 sînyalên ku di çirûskîna dil de nabe ku paşguh bibin rave kirin û weha berdewam kir:

Êşa sîngê

Bi çirûskîna dil re hîskirina zext, zextbûn an jî êşa di sîngê de dikare bibe nûçegihana nexweşiyên dil û damaran. Bi taybetî belavbûna êşê ya ber bi dest, pişt an jî çenê dikare nîşana rewşên bi rîsk be.

Bêhnçikandin

Bi çirûskînê re zehmetbûna hildana bêhnê, dikare nîşan bide ku dil bi têra xwe bi berhemkarî nayê xebitandin. Heta di dema hilkişîna daxêcanan (pêskan) de yan jî di meşên kurt de jî bêhnçikîbûn, baldarî dixwaze.

Gêjbûna serî û hîsa hişçûnê

Xirabûnên di rîtma dil de dikarin bandorê li ser herikîna xwînê ya ber bi mejî ve bikin. Ji ber vê yekê, di rewşa ku bi çirûskînê re gêjbûna serî, reşbûna berçavan yan jî hîsa hişçûnê (buhûrandinê) çêbibe de, feyde heye ku mirov serî li pisporê kardiyolojiyê bide.

Xweydana sar

Xweydana giran a ku ji nişka ve dest pê dike, di hinek pirsgirêkên dil de dikare were dîtin. Bi taybetî xdana sar a ku bi çirûskînê re pêş nakeve, dikare nirxandineke lezgîn bixwaze.

Bêhalî û westandina zêde

Ku mirov xwe ji her carê pirtir westiyayî hîs bike û heta di çalakiyên rojane de jî zehmetiyê bikişîne, dikare bîne bîra mirov ku dil bêrêkûpêk dixebite. Ji ber vê yekê, nabe ku gilî û gazincên bêhalî û westandina zêde ya ku bêyî tu çalakiyekê derdikevin holê, werin paşguhkirin.

Bêrêkûpêk hîskirina nebzê

Ku mirov hîs bike dil carinan pir bilez û carinan jî bêrêkûpêk lê dide, dikare bibe nîşana xirabûnên rîtmê. Bi taybetî di bêrêkûpêkiyên ku pir dubare dibin de, kontrol şert e.

Dirêjbûna çirûskînê

Çirûskînên kurt ên çend saniyan piranî ji ber sedemên demkî çêdibin. Lê belê, çirûskînên ku bi hûrdeman dikişînin yan jî pir caran dubare dibin, dikarin vekolîneke kûrtir bixwazin.

Dema bêhnvedanê de derketina holê

Çirûskînên ku bêyî werziş yan jî kelecanê, bi taybetî di rewşa îstirahatê (bêhnvedanê) de pêş dikevin, nîşana hinek xirabûnên rîtma dil in. Di vê rewşê de teqez divê mirov serî li bijîşk bide."

Di xirabûna rîtma dil de tedawiya nifşê nû

Pisporê Kardiyolojiyê Prof. Dr. Mert İlker Hayıroğlu diyar kir ku di roja me ya îro de bi saya geşedanên bilez ên di warê teknolojî û bijîşkiyê de, nexweşiyên rîtma dil pir zûtir û rasttir tên tespîtkirin û derbarê nêzîkatiyên tedawiya nifşê nû de ev agahî parve kirin:

“Di salên dawî de em dikarin pirsgirêkên rîtmê pirtir û zûtir tespît bikin. Bi saya pergalên nexşekirina sê-alî, em dikarin çavkaniya xirabûna rîtmê ya di dil de zelaltir diyar bikin û di dema dirêj de encamên bêtir dilxweşker bi dest bixin. Hinek xirabûnên rîtmê yên ku di dema kurt de nayên girînggirtin, her çend nebin sedema mirina ji nişka ve jî, di dema dirêj de li ser bingeha nexweşiyên kronîk ên mîna diyabet û hîpertansiyonê dikarin bibin sedema kêmasiya dil. Ji ber vê yekê, êdî em tercîh dikin ku bêyî sekinandin destwerdanê bikin. Di tedawiyê de heger hewcedariya pîlê (pîlê dil) tune be, di piranîya nexweşan de rêbazên ablasyonê (şewitandin yan jî cemidandina şaneya xerab) dikarin werin sepandin. Bi saya pergalên nexşekirina sê-alî, di dema pêvajoyê de radyasyona herî kêm tê bikaranîna û bi piştgiriya anestezîyê pêvajoyeke tedawiyê ya ewletir tê peydakirini.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.