Sîstanî li dijî DAIŞê fetwaya cîhadê da
Nûnerê Sîstanî, Şêx Ebdulhadî Kerbelayî li bajarê Kerbelayê yê Iraqê di xutbeya înê de fetwaya Sîstanî ya derheqê DAIŞê de xwend.
Hat ragihandin Ayetullah Elî Sîstanî ku wek "mezinê olî" yê Şîeyên Iraqê tê qebûlkirin, li dijî rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) fetwaya cîhadê da.
Nûnerê Sîstanî, Şêx Ebdulhadî Kerbelayî li bajarê Kerbelayê yê Iraqê di xutbeya înê de fetwaya Sîstanî ya derheqê DAIŞê de xwend.
Kerbelayî got ku Sîstanî di fetwaya xwe de wiha li ser van mijaran sekinî: "Dijminên Ehlê Beytê dîsa derketin holê. Em di dewraneke wisa de ne ku kîn û nefreta Bedir û Xêyberê cardin derket holê. Peyrewên Benî Umeyyeyê dixwazin ku êrîşî herêmên me yên pîroz Necef û Kerbelayê bikin.”
Di fetwayê de wiha gotin: "Ez bangî hemû şîe û peyrewên Ehlê Beytê dikim ku ew ji bo serkeftina parêzvanên Îslamê dua bikin. Kê dikare çekê bide destê xwe û şer bike, divê ew li dijî terorîzmê piştgiriyê bide vî şerê pîroz. Kê di vî şerî de bimire, ew şehîd e. Divê artêşa Iraqê jî wêrek be. Bila siyasiyên Iraqê piştgiriyê bidin hêzên çekdar û hêzên xwe bikin yek. Ji bo serkeftina Îslamê bibin yek.”
Çekdarên DAIŞê piştî girtina Mûsilê, Tikrît û hinek deverên din ber bi paytexta Iraqê, Bexda, ve ketine rê.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.