Sîstema Serokatiyê
Bozdağ Got “Sîstema Serokatiyê Li Dijî Îdara Yekşexsî Ye.”
Alîkarê serokwezîr Bekîr Bozdağ, der barê sîstema serokatiyê de xeber da û diyar kir ku sîstema serokatiyê li dijî îdara yekşexsî ye.
Bekîr Bozdağ wiha xeber da “Hinek dibêjin ku li welat serokatî ava bibe, wê îdara yekşexsî bê. Halbûkî sîstema serokatiyê, li dijî îdara yekşexsî ye. Grûbên alê statukoyê û ji millet dûr û îdeolojîk difikirin, di vê sîstemê de, nikarin bibin îktîdar. Ji lew li ber vê sîstemê ne.”
Li ser hinek meselên din jî, Bozdağ wiha peyivî “Rakirina selahiyetê tune ye, mehkemên cezaya giran yên xwedî selahiyeta xisûsî hatine rakirin. Di şûna wan de mehkemên cezaya giran yên îxtîsas hatin saz kirin û sewcî û hakimên nû, ji wan re hatin wezîfedar kirin.”
Bozdağ li ser Alevîtî û mescîda jî wiha axivî “Wekîlê CHPê dibêje alevîtî dînek cûda ye. Ew bi vê gotina xwe, dijberê baweriya welatiyên alevî dibe. Ew dixwazin alevîtîyeke bê Hezretî Elî, ava bikin. Hecî Bektaşê Welî, aşiqê Hezretî Muhammed(‘e.s) û ehlê beyta wî ye. Ji bo sunnî û şiîyan, ji bo hanefî, şafî û aleviyan cîhê îbadetê, tev eynî ye û yek e. Ew jî camî ye.”
(Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.