Siyonîst Îsraîl, Telebên Mehkûmên Filîstînî Qebûl Kirin

Siyonîst Îsraîl, Telebên Mehkûmên Filîstînî Qebûl Kirin

Nêzî 1600 mehkûmên Filîstînî, ji bo me’melên siyonîst Îsraîl protesto bikin û bidin nîşandan, di hepsên siyonîst de, dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Nêzî 1600 mehkûmên Filîstînî, ji bo me’melên siyonîst Îsraîl protesto bikin û bidin nîşandan, di hepsên siyonîst de, dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Mehkûmên Filîstînî, di berxwedana xwe de, muzaffer bûn, rejîma siyonîst, daxwazên mehkûma qebûl kir. Mehkûma dev ji grevê berda.

Mensûbek Hamasê û mesûlê dosya hêsîran Şêx Salih El-Arûrî, wiha diyar kir “komîteya grevê îdare dikir û îdara hepsên siyonîst, li hev kirine. Ji ber vê yekê jî, mehkûman piştî 28 rojan, greva xwe ya birçîbûnê qedandine.

Bi vî awayî, wê rejîma siyonîst, tu mehkûma di hucra de nehêle, wê mehkûm bi maliyên xwe re karibin ziyaretê bikin, wê mehkûmên ku ceza hepsa îdarî girtine ya derkevin mehkema yan jî bên berdan.

Lîderê Hamasê diyar kir ku bi greva birçîbûnê ya mehkuman, zaferek mezin qezenc kirine. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.