Sîyonîstan dîsa dest bi êrîşên xwe yên li Sûrî kirin
Serfermandarê çeteyên sîyonîst Eisenkot, îfade kir ku wan dîsa dest bi êrîşên xwe yên li Sûrî kirîye.
Serfermandarê çeteyê sîyonîst Gadî Eîsenkot, de demeca ku da rojnameya li ser axên îşxal kirîyê tê weşandin ya Jerusalem Postê îfade kir ku pîştî meheke berê teyareyek wan li Sûrî hat xistin wan dîsa dest bi hedefgirtina hin deverên Sûrî yên ku berya niha hatibûn tayinkirin kir.
Eîsenkotê sîyonîst îfade kir ku wê heta dawîya vê salê de dîwarê dora Xezzeyê bê qedandin û destnîşan kir ku ewê destûrê bidin artêşê da ku guleyên rast li hember Fîlîstînîyên ku li hember çeteyên sîyonîst çalakîyan dikin.
Wekî ku tê zanîn çeteyên sîyonîst Xazze ev 10 sale dorpêç kirîye û kirîye wek hepseke servekirî. Xezze di dinyayê de wek hepsa ser vekirî ya herî mezin tê zanîne.
Grûbên Filistînê hewl didin ku di 30yê Adarê de bi sedem Roja Axê li Bajarê Xezzeyê li nêzîkî axên ku ji teref çeteyên sîyonît hatine îşxalkirin meşa bi navê “Meşa Mezin ya Vegerê” li dar bixin. Gelek saziyên Filîstînê ji ber ku di sala 1948an de ji welatên xwe hatibûn derxistin û ji bo dîsa vî heqê xwe ji nû ve bi dest bixin piştgirîyê didin “meşa vegerê”. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.