STKyên Îslamî 3 TIR alîkarî li gelê Surê belav kir

STKyên Îslamî 3 TIR alîkarî li gelê Surê belav kir

Di bergehê qempenyeya ku ji teref STKyên Diyarbakirê ve bi navê ‘Werin Em Ji Mihacirên Surê re Bibin Ensar’ de ji Enqerê ji bo xelkê Surê 3 TIR alîkarî hat kirin.

Di bergeha qempenyeya bi navê ‘Werin Em Ji Mihacirên Surê re Bibin Ensar’ ya ku ji teref STKyên Diyarbekirê ve hatibû destpê kirin de ji teref Saziyên Civakiyên Siwîl yên Enqerê ve ji bo mexdûrên Surê 3 TIR alîkarî hat kirin.

Li ser navê STKyan Serokê Komeleya Kardelenê Alî Kaçar daxuyanî da. Kaçar diyar kir ji ber ku pevçûn derketin gelê Surê gelek zehmetî kişand û her wiha pirraniya gelê Surê nekariye vegere mala xwe.

Kaçar diyar kir zilm ji kî tê bila bê, zilm her wext çewt e û divê ku her wext merov li dijî zilmê bibe.

Kaçar destnîşan kir ku ji sala 1920an ji vir zilm di vê herêmê de tê kirin. Dûvre Kaçar axavtina xwe wiha domand: “Em mislimanên ku li Rojavayê dijîn divê ku çi ji deste me tê em bikin. Ji ber ku em vê yekê nakin ev zilm didome. Em wek sazî û komeleyên siwîl ên Enqerê ji bo ku alîkariya gel bikin, ji bo biratî û her wiha ji bo ku dînê me vê yekê ji me dixwaze me alîkariya gel kir. Karê herî ewil ê mislimanan alîkarî ye.”

Kaçar ji ber ku îdarevan û rêvebir heta îro jî midaxaleya van bûyeran nekirine bertek nişanda û destnîşan kir divê ku ev were pirsyarkirin. Her wiha Kaçar bal kişand ku Tirk, Kurd, Çerkez hemî misliman birayên hev in.

 “Heta niha alîkarî li 5 hezar û 500 malbatan hat kirin”

Abdurrahman Ergînê ku li ser navê STKyên Îslamî yên Diyarbekirê daxuyanî da. Ergîn wiha diyar kir: “Di bergeha qempenyeya bi navê ‘Werin Em Ji Mihacirên Surê re Bibin Ensar’ ya ku ji teref STKyên Diyarbekirê ve hatibû destpê kirin de heta niha alîkarî li 5 hezar û 500 malbatan hat kirin.”

Ergîn bal kişand ku ji çî irq, hişmendî, mezheb û bawerî dibe bila bibe can, mal, dîn, aqil û nifşên her însanê pîroz in. Her wiha Ergîn diyar kir ew vê helwestên ku dibe sedema pevçûn û rijandina xwînê çewt dibînin û ev yek bi tu wechê nayê qebûl kirin.

Pirsgirêkên mislimanan bi yekitiya mislimanan çareser dibe

Ergîn diayr kir ku pirsgirêkên mislimanan bi têkiliya welatên mislimanan û yekitiya wan re çareser dibe û divê ku ev pirsgirêk bi destê dijminên mislimanan neyê çareser kirin.

Ergîn herî dawî destnîşan kir ku dixwezin ku Tirkîye, têkiliyên xwe bi cîranên xwe re sererast bike û ji helwestên ku gengeşî û rageşiyê zêde dike dûr bisekine. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.