STKyên Îslamî heqareta ku hatiye kirin ew ê şermezar bikin

STKyên Îslamî heqareta ku hatiye kirin ew ê şermezar bikin

STKyên Îslamî yên Diyarbekirê ji bona ji karîkatura ku ji teref Rojnameya Ozgur Gundemê ve hatiye weşandin bertek nîşan bidin ew ê daxuyaniya çapemeniyê li dar bixin.

Her weke ku tê zanîn doh di Rojnameya Ozgur Gundemê de karîkatura ku ji teref Xelîl Încesu ve hatibû xezkirin hatibû weşandin ku di karîkaturê de heqaret li Hz. Muhammed hatibû kirin.Ji ber vê yekê STKyên Îslamî yên Diyarbekirê ji bona ji karîkatura ku tê de heqaret li pêxember dihat kirin bertek nîşan bidin ew ê piştî nimêja înê daxuyaniya çapemeniyê  li dar bixin.

Di daxuyaniya ku ji teref STKyên Îslamî ve hatiye dayîn de di derbarê mijarê de wiha hat ragihandin: “Em ê ji bona vê zihnîyeta ku di wextên cuda de heqaretî Îslam û Hz. Muhammed kiriye şermezar bikin daxuyanîyeke bi navê ‘ Lanet li dijminên pêxember û Îslamê be’  li dar bixin.”

Di dawiya daxuyaniya ku hat dayîn de hat diyarkirin daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî 11ê Adarê roja Înê piştî nimêja înê li ber Plazaya ACZê ya Ofîsê bê tertîb kirin.Temamê birayên me vexwendiyê vê daxuyaniya çapemeniyê ne.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.