Sûriye Wek Her Car e
217 Kes Reviyan Tirkiye, Li Sûriye Jî Nêzî 80 Kes Hatin Kuştin
Li gor xeberan hat diyar kirin ku yarbayek û yuzbaşiyek jî tê de 217 kes di Reyhanli re derbasî Tirkiye bûn. Ji wan bi piranî jin û zarok şandin Rihayê, esker û malbatên wan jî şandin çadirqampa Apaydinê.
Li Sûriye jî şer nasekine. Do di êrîş û operasyonên hêzên Esed de, zêdetirî 80 kes hatin kuştin. Şopandia heqên însana ya Sûriye diyar kir ku li Şam û der û dora wê, di operasyonên hêzên Esed de, bi êrîşê hewayî û hawan û topan, zêdetirî 80 kes hatine kuştin, gelek kes jî birîndar bûne.
Wekî tê zanîn, welatê rojava û Emrîka, dixwazin ku li Sûriye mudaxela eskerî bê kirin lê Rûsya û Îran ne terefdarê mudaxelê ne û qebûl jî nakin. Ji xwe eşkere ye ku Emrîka, li ser rewşa Sûriye, ji xelasiya milletê Sûriye zêdetir, rewş û menfîetên Îsraîl ji xwe re kirye amanc. Welatên rojava jî, menfîet û tîcareta xwe ya sîlehan difikirin. Ji ber ku meqsedên van dewletan li hev nayê, ne hemfikirin. Yekîtiya Ereban jî, ji xelkê Sûriyê zêdetir, li cîh û textê xwe dinê re. Lewra li Yemen û Bahreynê jî zulm û te’de li millet dibe, feqet dengê yekîtiya Ereban dernakeve. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.