Sûriyeyî Direvin

Sûriyeyî Direvin

216 Kesên Din Hatin Tirkiyeyê

Ji zulm û qetlîamên Esed, reva Sûriyeyan didome. Do jî generalek, 2 albay, yarbayek, 4 bînbaşî, 4 yuzbaşî, 8 teğmen û 3 başçawîş jî tê de, 216 kes di Reyhanli re derbasî Tirkiye bûn. Ji wan 9 kesên birîndar, rakirin nexweşxana Reyhanli. Esker û malbatên wan, şandin çadirqampa Apaydinê, yên din jî şandin Rihayê.

Wekî tê zanîn, çend roj berî, “Dostên Xelkê Sûriye” li Parîsê civîna xwe ya 3an pêk anî bû. Ji zêdetirî 100 welatan, temsîlkar tevlî civînê bûn. Berî niha li Tûnûs û Tirkiye hatibû li dar xistin. Qirarên ku di civînê de hatine dayîn ev in: Bila konseya ewlehiya dewletên Yekbuyî, boykotê deyne ser Sûriye. Bila Rûs û Çîn, desteka xwe ya ji Sûriye re, bi dawî bikin. Bila Beşar Esed, dev ji îdara Sûriye berde. Bila hikûmetek bihurbar ava bibe. Ji bo vê ya jî, bila Konseya dewletên Yekbuyî, qirarek bide.Wezîra karên derve ya Emrîka jî, ji konseya ewlehiyê xwest ku qirarên Cenevreyê, têkevin meriyetê.

Li aliyê din, medya Sûriye diyar kir ku gava temsîlkarê Dewletên Yekbuyî Kofî Annan Şam ziyaret kir, li rexê welat tetbîqatek mezin ya eskerî dest pê kiriye. Li gor xebera televîzyona dewletê, hêzên ordiyê, prova qewirandina êrîşên behrî dike.

Li gor xeberan ajansa Fransa jî, li welat di hadîseyan de, bi kêmanî 35 kes hatine kuştin. Kofî Annan piştî ziyareta Şamê, diçe Tahranê. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.