Tekneya mahcıra bınav bû

Tekneya mahcıra bınav bû

Tekneya mahcıra bınav bû. Lı Bodrûma navçeya Mûğlayê tekneya ku penaberên Sûrîye û Iraqê têde bû bınav bû: 5 kes mırın, 8 kes jî hatın xelaskırın.

Li Bodrûma navçeya Mûğlayê tekneya ku penaberên Sûrîye û Iraqê dibir derveyî welat binav bû, di encamê de 5 kes fetisîn û can dan, 8 kes jî hatin xelaskirin.

Tekneya ku ji Bodrûmê ber bi Girava Kosê ya Yûnanistanê bi rê ket, tê de 15 welatiyên Sûriyeyê û Iraqê hebûn. Lê dema ku tekne bi qasî 2 mîlan ji Bodrûmê bi dûr ket, li nêzî Girava Karayê ji ber sedemeke ku hê jî nayê zanîn binav bû.

Masîgirên ku di wir re derbas dibûn agahî dan tîmên Ewlekariya Qiraxan. Tîmên ewlekariya qiraxan ligel hêlîkoptêreke Fermandariya Ewlekariya Qiraxan ve dest bi xebatê kirin.

Tîman, bi tevlî jinekê 8 penaberên ku li ber fetisandinê bûn, xelas kirin. Hinek miltecî birin nexweşxaneyên li navçeyê û hinekê din yên ku rewşa wan baş bûn jî birin Fermandariya Ewlekariya Qiraxan.

Tîmên ku xebatên lêgerîn û xelaskirinê dimeşandin, rastî cesedên 5 penaberan hatin. Cesedên penaberan bi botan anîn û şûnde rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê.

Bi îhtîmala ku divê hê miltecî hebin jî, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê demeke dirêj dewam kir.

BANGAHEQ

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.