Temîzöz Hat Tehlîyekirin
Daîreya Cezayê ya 5an a Dadgeha Bilind, albay Cemal Temîzözê bersûcê dozên Balyoz û failên meçhûl tehlîye kir.
Daîreya 5an a yargitaya dadgeha bilind, qirara tehliyekirina albay Cemal Temîzözê bersûcê dozên Balyoz û failên meçhûl da.
Piştî ku Mehkemeya xwedî rayeya taybet ya ku li doza failên meçhûl ên Cemal Temîzöz ên li Cizîrê dinêrî hat rakirin, dosyaya dozê şandibûn Şirnexê. Mehkema Şirnexê di heqê dozê de qirara bêrayeyî dabû û dosya şandibû Cizîrê. Mehkema Cizîrê jî di heqê dosyayê de qirara bêrayeyî dabû. Ji lew ji bo çareserkirina pirsgirêka qirara bêrayeyîya di navbera mehkemeyan de, dosya ji daîreya 5an a dadgeha bilind re hatibû şandin.
Parêzêrên Temîzoz miracaetî daîreya 5an kir û ewilî ji ber ku mehkemekirina miwekkilê wan bi ser 5 salan ketiye tehlîyekirina wî xwestin. Ji lew mehkemê qirara tehliyeyê da û beyan kir ku wê di dozê de paşê qirar bê dayîn ku kîjan mehkeme xwedî raye ye.
Pey qirara tehliyeyê albay Cemal Temîzoz ji hepsê hat berdan û ji aliyê meriv û hevalên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Di doza balyozê de di heqê Temîzöz de cezayê 18 salên hepsê hatibû tesdîqkirin. Temîzöz di navbera 1993 û 95an de ji 20 cînayetên failên wan meçhûl dihat mehkemekirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.