Teqîn û Şewat
Li Îzmîtê Muhîmmat Teqiya, Li Seyhanê Ji Ber Ğaza Polîs Malek Şewitî
Xeberan da zanîn ku li bajarê Îzmîtê, di depoyeke muhîmmatê eskeriya Golcukê de, vê sibehê, teqîn qewimî. Teqîn nêzî gundê Rahmiye pêk hat. Di teqînê de 4 esker birîndar bûn. Piştî teqînê, şewat derket. Şewat ji teref ekîbên îtfaiyê ve hat temirandin.
Li aliyê din, hat îddîa kirin ku li Seyhana Edenê, ji ber ğaza îsotê ya polîs, malek bi temamî şewitî.
Polîsê emniyeta Seyhanê, ji bo grûbekê belawela bike, ğaza îsotê bikaranî. Fîşeka ğazê, li malekê, li têla elektîkê qelibî û agir bi malê xist. Mal bi temamî şewitî. Ekîbên îtfaiyê şewat vemirandin li xanî bû xwelî. Polîs, mîna tiştek nebuye, ne li malê nêrîn ne jî xwedyê malê pirsîn. Ehlê mehellê, ji vê tewr û helwesta polîs, gazin kirin ku ji dêlava stariyê, zirarê didin wan. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.