Tevlîheviya Li Iraqê
Li Iraqê gelek hêl dixwazin ku Nûrî Malikî dev ji îddîaya serokwezîriyê ya ji bo dewra 3an berde.
Li Iraqê gelek hêl dixwazin ku Nûrî Malikî dev ji îddîaya serokwezîriyê ya ji bo dewra 3an berde. Lê neyta Malikî û devberdana ji serokwezîriyê tuneye. Malikî serokcimhûrê nû Fûad Mehsûm sûcdar kir ku qanûna esasî îxlal dike.
Nûrî Malikî di televîzyonê de xeber da û da zanîn ku Fûad Mehsûm dixwazê wî bi awayekî ğeyrî qanûnî ji serokwezîriyê bike. Ji lew ew ê Mehsûm giliyê mehkemê bike.
Piştî mesaja şedîd ya Malikî, yekîneyên xisûsî yên bi Malikî ve girêdayî, li deverên stratejîk ên Beğdayê hatin bicîkirin.
Li ser rewşa Iraqê wezîrê karên derve Ahmet Davûtoğlu wiha got:
“Malikî di serokwezîrtiyê de israr dike û digel daxwaza hemû aliyan dev ji vê xwestinê berdane. Li ser vê yekê rewşeke mîna teşebbusa derbeyê pêk hat. Berî niha ji ber ku helwesteke bi vî rengî li ber sunniyan hatibû meşandin, li Iraqê pirsgirêk qewimîbûn. Em hêvî dikin ku Malikî dev ji vê rê û rêbaza şaş berde.”
Malikî di 7ê Tebaxê de beriya rûniştina parlementoyê îfade kiribû ku di pêvajoya beriya avakirina hikûmeta nû de, teşebbuseke ğeyrî qanûnî bê kirin, ew ê li Iraqê deriyên cehennemê veke.
Li Iraqê li gorî peymaneke ne resmî, serokmeclîs ji sunniyan, serokwezîr ji şiiyan û serokcimhûr jî ji kurdan tê hilbijartin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gelek caran dabû zanîn ku wê tevlî hikûmeta ku serokê wê Malikî be nebe.
Li Iraqê qaos ji zû ve dewam dike. DÎŞI di 10ê Hezîranê de bajarê Mûsilê xist bin kontrola xwe û şîddet gûr bû. Ji ber êrîşên DÎŞIyê hêzên Iraqê vekişiyabûn. Ji ber ku berxwedaneke xurt li ber DÎŞIyê tune bû, DÎŞIyê li herêma bakur herêmeke berfireh bi dest xistibûn û sînorê navbera Sûriye û Iraqê fiîlen rakiribû. DÎŞIyê di dawiyê de hinek herêmên ku di bin îdara kurd de bûn jî xistibûn bin kontrola xwe. Ji lew di navbera hêzên Pêşmerge û çekdarên DÎŞIyê de şer giran bûbû.
Dengê Xana Axpar
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.