Texribata êrîşa li Nisêbînê derket holê
Her weke ku tê zanîn li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi wesayîtên bombebarkirî êrîş li lojmanên polêsan hatibû kirin ku texrîbatên êrîşê derketin holê.
Di êrîşa ku bi wesayîtên bombebarkirî hatibû kirin de 2 polês jiyana xwe ji dest dabûn û 53 kes jî birîndar bûbûn ku piştî ku şerîda ewlehiyê hat rakirin re texribata ku pêk hatiye derket holê.
Di êrîşa ku hat kirin de 3 blok lojmanên polêsan zirar dîtin û her wiha gelek mal û kargehên derdorê jî ji êrîşê tesîrdar bûn.
Piştî êrîşa ku hat kirin re rê ji trafîkê re hat girtin û ekîbên lêkolîna cihê bûyerê lêkolîn li cihê bûyerê kirin.
Her wiha hat hînbûn cenazeye polêsên ku di êrîşê de jiyana xwe ji destdabûn şandin Çunguşa Diyarbekirê û Edenê .(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.