“Tirkîye, di polîtîqaya derve de zivirî dewra ‘emeletîyê”
Lêkolîner û nivîskar Emîn Guneş, piştî daxistina balafira Ûris geşedanên di polîtîqaya Tirkîyê yên derve de nirxand û diyar kir ku Tirkîye, di polîtîqaya derve de zivirî dewra ‘emeletiyê.
Li sînorê Sûrî balafira Ûris ji ber ku qada hewayê ya Tirkîyê îxlal kiribû hatibû daxistin û rageşî zêde bûbûn. Ji ber vê yekê lêkolîner û nivîskar Emîn Guneş destnîşan kir hevsengîyên ku diguherin û hemleyên nû yê di polîtîqaya derve yê Tirkîyê de nirxand. Dûvre diyar kir ku Tirkîye di polîtîqaya derve de zivirî dewra ‘emeletiyê.
Guneş diyar kir ku Serokkomar Erdogan di polîtîqaya derve de sîyaseta hevsengî dişopîne û di derbarê guherînên di rojevê de wiha axivî: “Serokkomar Erdogan wiha diyar dikir ku heke Yekîtiya Ewrûpayê me hilnegire alternatîfekê me yê din heye. Vê yekê bi Çînê re peymana muşekê kir wek fiîlî û xwe da nişandan. Ev yek Tirkîyê xurt dikir. Di polîtîqaya derve de pêwîst e ku alternatîfekê mirov hebe. Rast e ev yek ji me re nimûne nîne. Ê nimûne an jî mînak ew e ku misliman wek D-8ê di nabeyna xwe de werin cem hev û di bergeha aborî, sîyasî û leşkerî de bi hevre têkilî bikin.”
Guneş bal kişand ku ew qeyrana balafirê ya ku bi Ûris re qewimî biryarek ne sîyasî bû. Dûvre wiha axavtina xwe domand: “Ji ber vê yekê ez wiha difikirim ; ev yek wek teoriya komployê ye. Di destê me de delîlek mûşexes tune. Lê em baş dizanin ku hinek caran hêzên ewlehîyê çalakek li dar dixin. Kesên sîyasî xwedî li vê yekê derdikevin. Ji bo vê yekê mînakek muşexes jî bûyera Roboskî ye. Bûyera Roboskîyê ji teref hinek kesan bi eskeran hat kirin lê AKP, mecbûr ma ku vê yekê qebûl bike.”
Her wiha Guneş bal kişand ji bo ku polîtîqaya derve ya Tirkîyeyê di bergeha daxwaza Ewrûpa û NYEyê de were sazkirin peymana moşekê ya bi Çînê re were betalkirin û hewldana ku ji bo têkiliya bi Îsraîl re were sererast kirin ev hemû bûyer piştî qeyrana daxistina balafira Ûris hat lidarxistin. Ev yek tiştek rasthatinî nîne.”
“PKK, piştî vê bûyerê dê piştgirî ji NYE û ji Ûris bigire”
Guneş destnîşan kir ku partiya mixalefetê, berjewendiyên partiya xwe li ser berjewendên welat digire û diyar kir pêwîst e di van rojên dawî de HDP, têkiliyên ku bi Ûris re li pêş xistiye wiha were xwendin.
Guneş bal kişand ku PYD, bi hinceta DAiŞê ji NYE û hêzên hevbendiyê her cûr piştgiriyê bigire. Ji ber vê yekê hevparê wî ya li Tirkîyê PKK jî dê ji Ûris piştgirî bigire. Ev yek dê sîyaseta navîn a Tirkîyê bandordar bike.
“Têkilîyên bazirganî yên bi Îsraîl re guherîn têkiliyên sîyasî”
Guneş wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Îro Tirkîye, hêj di derbarê aborî, eskerî, bazirganî û gelek mijarên din de azad nîne. Di van derfetan de dijmintîya bi NYE û Îsraîlê re zehmet e. Çima? Lewra mecbûr dihêlin ku mirov bi wan re bibe dost. Him Ewrûpa û NYE niha bî Îsraîl re dost in him jî hûn dixwazin bibin endamê YEyê. Ev yek pir zehmet e.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.