Tirkîye li Sûrîyê bo penaberan 9 kampan ava dike
Hat daxuyandin ew ê Tirkîye li wan herêmên ku di dema Operasyona Mertala Firatê de hatine bidestxistin û li parêzgeha Îdlîbê 9 kampan bo penaberan ava bike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve Hamî Aksoy derbarê mijarê de destnîşan kir ew ê Tirkîye li wan herêmên ku di dema Operasyona Mertala Firatê de hatine bidestxistin û li parêzgeha Îdlîbê 9 kampên ku dê 170 hezar penaber dê karibin lê bijîn ava bike û bo vê yekê dest amadehîyan kir.
Aksoy di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ev kamp ji ber îhtîmala penaberan ên ku ew ji ber operasyona Efrînê werin tên avakirin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.