TOKIyên li Bîngolê yek bi yek hildiweşin
TOKIyên li Bîngolê yek bi yek hildiweşin û dibin sedema xeteran.
Sîwana têketina avahîya ku li Bîngolê ji teref TOKIyê ve hatibû çêkirin hilweşiya.Digel vê bûyerê ev cara duyemîn e ku sîwana beton a avahîya ku ji teref TOKIyê ve hatiye çêkirin hildiweşe.Ji ber hilweşînên avahiyan nîştecihên avahiyan dilnerehet û tedîrgîn in. Hemwelatiyên ku di avahiyên TOKIyê de rûdinin ji rewşê re bertek nîşan dan û diyar kirin divê kesên rayedar dest biavêjin vê meselê.
Nîştecihên sîteya ku bûyer lê pêk hatiye di derbarê mijarê de wiha axivîn: “Bînayên TOKIyê him ji derve ve û him jî ji hundir ve hildiweşin.Dema ku ev avahî dihatin çêkirin kesên ku kontola avahiyan dikin van avahiyan çawa kontrol kirin? Li vê derê îxmaleke mezin heye.Kesên rayedar divê ji hemû kesên ku mesûl in hisabê bipirsin.”
Muxtarê Taxa Îçmelerê Felemez Aytar jî di derbarê mijarê de diyar kir avahiyên ku ji teref TOKIyê ve hatine çêkirin ji serî heta binî tev bi pirsgirêk in û ji ber vê yekê divê kesên rayedar bi pirsgirêka van kesên mexdûr eleqedar bibin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.