Trêna bar li otomobîlê qelibî : 2 mirî
DİYARBEKİR - Li Diyarbekirê trêna bar li otomobîlê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de bav û kur jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Bismila Diyarbekirê trêna bar li otomobîlê qelibî, di encama qezaya ku pêk hat de bav û kur jiyana xwe ji dest dan.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza di derdora seat 10.30an de pêk hat.Di qezaya ku pêk hat de kesên bi navê Şeyhmuz Erkek û lawê wî yê bi navê Fatîh Erkek jiyana xwe ji dest dan.
Cenazeya bav û kur rakirin mirîxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê.
Cendirmeyan di debra bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.