Trump di warê “Qudsê” de welatên endamê Neteweyên Yekbûyî tehdît kir

Trump di warê “Qudsê” de welatên endamê Neteweyên Yekbûyî tehdît kir

Serokê Amerîkayê Trump wan welatên ku dê lehê pêşnûmaya Qudsê de dengê bidin re gefa birîna desteka fînansî xwar.

Li gor xebera ku Reuters serwîs kiriye Trump derbarê mijarê de wisa gotiye: “ Ji me bi sedan milyon  hetta bi milyar dolaran  alîkarîyê distînin. Dû re jî radibin li dijî me deng didin.Em dengan dişopînin.Dev ji wan berdin bila li dijî me deng bidin. Em ê wê demê gelek pereyan di destên xwe de bigrin. Êdî ne xema me ye.”

Doh jî Nîkkî Haley gefê li welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî ne xwaribû.

Nîkkî Haleya Temsîlkarê NYyê ya Amerîka berîya dengdayîna sibe ya Qudsê ji welatên ku endamên Neteweyên Yekbûyî re e posta şand û bi gotina “ Dema ku we fikirî dengê xwe bidin em dixwazin ku hûn bizanibin ew ê Serok û Amerîka vê yekê wek meseleya şexsî fêm bike” û welatên ku dê deng bidin tehdîd kir.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.