TSK: 23 hedef hatin îmhakirin

TSK: 23 hedef hatin îmhakirin

TSKyê derbarê opersyona Efrînê de daxuyanî da û destnîşan kir ku heta niha 23 hedefên endamê rêxistinê hatîye îmha kirin û 343 mensûbên wê jî hatine kuştin.

Ji teref TSKyê ve di 20ê Çile de li Efrînê li dijî PKKê operasyon hatibû destpêkirin û di çarçoveya operasyonan de heta niha 23 hedef hatine îmha kirin û 343 mensûbên rêxistinê jî hatine kuştin.

Derbarê mijarê de ji teref TSKyê ve daxuyanîyek hat dayîn û di daxuyanîyê de hat îfade kirin ku li dijî  mewzî, şikeft û depoyên sîlehan yên PKKe û IŞÎDê êrîş hatine rast kirin û 23 hedef hatine îmhakirin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat îfade kirin ku: “Di çarçoveya herekata Çiqlê Zeytûnê de heta niha li gor agahiyên çavkanîyên deverê hatine bidestxistin: herî hindik 343ê endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞa rêxistinên terorê û 23 hedef jî hatine berterefkirin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.