Velîogluyê Rêberê Damezrîner ê Cemaata Hîzbullah di salvegera şahadeta xwe de tê yadkirin

Velîogluyê Rêberê Damezrîner ê Cemaata Hîzbullah di salvegera şahadeta xwe de tê yadkirin

Huseyîn Velîogluyê Rêberê Damezrîner ê Cemaata Hîzbullah ê ku temamê wext û emre xwe ji xizmetên Îslamî re feda kiribû di salvegera şahadeta xwe ya 21emîn de bi rehmet tê yadkirin.

Rêberê Damezrîner ê Cemaata Hîzbullah Huseyîn Velîoglu dema ku dîrok 17ê Çileya 2000î nîşan dida li navçeya Beykoza Stenbolê hat şehîdkirin.

Velîoglu ji roja ku Cemaata Hîzbullah damezrand heta roja ku hat şehîdkirin tu carî navber neda xebatên xwe û her tim ji bo Xwedê xebitî û temamê emr û wextê xwe ji Îslamê re feda kir, li dijî dijminên Îslamê micadele kir, nasnameya Îslamî ya herêmê muhafeze kir ku ji ber vê yekê şehadeta wî ji bo gelê herêmê bû qeybeke mezin.

Her weke ku tê zanîn Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu di 17ê Çileya sala 2000an de li Beykoza Stenbolê di sergirtina malê de ji teref polêsan ve hatibû şehîdkirin. Malbat û naskirîyên Rêberê Cemaeta Hîzbullah Huseyîn Velîoglu derbarê jiyana wî û xatiratên xwe yên bi wî re de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivîn û agahî dan.Naskirîyên Rêberê Cemaeta Hîzbullah Şehîd Huseyîn Velîoglu destnîşan kirin tenê; armanc û xayeke Huseyîn Velîoglu hebû ku ew jî xizmetkirina  ji Î’layî Kelîmetullah û Îslamê bû, ew ji bona ku însan berê xwe bidin Îslamê û Îslamê bijîn ji zaroktîya xwe bigire di temamê jiyana xwe de mucadele daye.Kesên ku Velîoglu nas dikirin derbarê wî de ragihandin ji sala 1979an ango ji damizrandina Cemaeta Hîzbûllah heta sala 2000an ku di vê tarîxê de hat şehîdkirin ji xeynî xizmet kirina Îslamê tu jiyana wî ya şexsî tunebû.Ew di 48 sal jiyana xwe de gelek tiştên girîng kir ku 22 salê xwe ji damizrandina cemaeteke Îslamî re feda kir.

Huseyîn Velîoglu kî ye?

Huseyîn Velîoglu  lawê Xalê Hecî Osman û Xaltîya Fatma bû ku li gor qeydên resmî di yekê çileya sala 1952an de li gundê Xiroya navçeya Gercewsa Êlihê ji dayîk bû.

Velîoglu endamê Êla Hebizbînîyan bû û lawê malbateke dîndar û mutedeyyîn bû.Velîoglu hêj biçûkayîya xwe ve bû xwedîyê exlaqeke Îslamî.Hê di 6-7 salîya xwe de li ba melayê gund dersa Qur’anê distand.Ji ber ku li gund mekteb tunebû nediçû mektebê.Heta ku li gund bû jî neçû mektebê.

Neh saliyê xwe de malbata wî koçî Êlihê kir. Şehîd Rêber; mekteba seretayî li Mekteba Seretayî ya Devrîmê xwend. (navê wê mektebê bi Mehmet Akîf Ersoy hatîye guhartin) û  li Mekteba Navîn a Sîte ya Êlihê qeyda xwe çêkir.(Ev mekteb dûvre bi navê Batman Petrolê hatîye guhartin.)Piştî xelaskirina mekteba navîn lîseyê li Mêrdînê xwend û dûvre li Zanîngeha Enqereyê li Fakulteya Agahîyên Siyasal  Beşa Malîyê qezenç kir.Piştî ku zanîngehê xelas kir re tu kar nekir û hat li Êlihê bi cî bû û dest bi xebatên Îslamî kir.

Huseyîn Velîoglu hêj dema ku xwendevan bû di 18ê gulana 1978an de zevicî û ev tarîx di qeydên fermî de heye. Ji 11 zarokan re bavîtî kir.

Velîoglu di sala 1979an de digel hevalên xwe li Êlihê Cemaeta Hîzbullah damizrandin û bi mexfîtî dest bi xebatên xwe yên cemaetê kir.Di vê navberê de hêj mekteba wî xelas nebûbû ji ber vê yekê her tim di navbera Êlih û Enqereyê de diçû û dihat û her tim bi hevalên xwe re di têkilîyê de bû.

Velîoglu di sala 1999an de çû Stenbolê û li wê derê bi cî bû, piştî saleke ku li Stenbolê bi cî bû re ango di 17ê Çileya 2000an de li Sikaka Kavacika Çikmaza Semta Beykoza Stenbolê mala ku lê dima hat dorpêç kirin û bi seatan gule lê reşandin.Di encama vê reşandinê de Huseyîn Velîoglu hat şehîdkirin.

Kesên ku Rêberê Cemata Hîzbullah Huseyîn Velîoglu nas dikirin destnîşan kirin ku Velîoglu 22 salên dawî yên jiyana xwe ji damizrandina Cemaeteke Îslamî re veqetandîye û di vî warî de  xebitîye.

Kesên ku Rêberê Cemata Hîzbullah Huseyîn Velîoglu nas dikirin her wiha diyar kirin ew ji ahd û soza ku dabû Xwedê  re sadiq ma û ew di warê  îxlas,sadaqat û cesaretê de mînak bû.

Manîfestoya Cemaata Hîzbûllah 

Bîsmîllahîrrahmanîrrahîm

“Tu dê civateke ku bawerî bi Xwedê û axiretê anîbe nebîne ku ew ji wan kesên ku neyartîya Xwedê û Pêxemberê Wî dikin, hez bikin. Çendî ew bavên wan, kurên wan, birayên wan, an eşîra wan be jî. Ha ew,  Xwedê di dilên wan de îman nivîsîye û bi cih kiriye, bi arîkarî û piştgirîyeke ji cem xwe ew xurt kirine. Xwedê dê wan bixe bihiştên wisa ku di binê wan de çem diherikin û ew dê her û her lê bimînin.  Xwedê ji wan razî bûye, ew jî ji Xwedê razî bûne. He ew Hîzbullah in. Baş bizanibin ew ên ku dê bigihijin xelasîyê kesên Hîzbullah in.(Micadele-22)

Rebbê me! Sebrê li ser me bibarîne, lingên me qewî bike û li dijî wî milletê kafir ji me re alîkarîyê bike!

Hemd ji Rebbê şev û rojê yê ku me bi Îslamê muşerref kiriye re be! Hemd ji Wî Xwedayê ku ji tiştekî û tu kesî re ne muxtace re be. Tiştek nikare xwe jê veşêre, ew ji wê psîkolojîya însên a bêherf û bêkelîme a di qelban de haydar e û ew, hilbijartina qencî û neqencîyê ya ku di tecellîya Wî de çalak e ji îradeya cuzî ya însan re berdaye û pê însan diceribîne.

Xweda di temela rûhê însên de qencî û neqencîyê xuliqandiye û me jî muweffeq kiriye ku em qencî û başîyê bilhilbijêrin ku ji ber vê yekê hemd ji Wî re be. Ev qencî û neqencî dema ku pênasa wan bê kirin, ew ê bê dîtin ku dibin du heqîqetên mezin ên wek; cennet û cehennemê yên ku di netîceya Îslam û kufur, îman û înkar, sidq û kîzb, heq û batil, edalet û zilmê de derdikevin holê. Em cardin ji wî Xwedayê ku  nesîbî me kiriye ku em di bijartina şer û xêrê, qencî û neqencîyê de tabi’ê xêrê bibin re hemd û şikir dikin ku Wî em li dijî leşkerên tarîtîyê kiriye ji wan leşkerên ronahîyê yên ku bo Îslamê micadele dikin. Ev yek bo me xêreke pir mezin e. Em ji wî Xwedayî re çi qas hemd û şikir bikin hindik e; lewra wî kiriye nesîbê me ku em tabi’ê wê taîfeya ku heta qiyametê dê li ser heqîyê xalib were, bibin ku ew taîfe ji beşer re wek însan û ji însanetîyê re wek ummeteke bi xêr hatiye hilbijartin û ew di nav wê ummeta perîşan de serî li ber kufrê natewîne.

Xweda Teala Hakim e, beramberê her tiştî afirandiye. Di karên wî de îsraf, kêmasî, zêdebûn û belavbûn tune ye. Xweda -haşa- bi abesê îştîxal nake.Beramberê hemû tiştan heye. Îqab û mukafat her yek ji wan netîceyek in.Tu tişt û tu doz ne bê malîyet û bê kulfet in. Biha, malîyet û mesrefa her tiştekî heye. Elbet bedeleke, li ser milên xwe girtina doza Îslamê jî heye ku divê ev yek bê zanîn û bê qebûlkirin. Di netîceya ji mesûlîyetê re razîbûn û nexasim jî di telebkirina mesûlîyetê  de hinek encam derdikevin holê. Wek: ji hinek tiştan mehrûmmayîn, li hember zor û zehmetîyan sebirkirin.Kesê ku ji mesûlîyetê razî be û nexasim mesûlîyetê teleb kiribe di vê pêvajoyê de divê sebir bike û li ber xwe bide. Ev zor û zehmetî, mehrûmîyet bes beramberê  biha, qedr û qiymeta wê mesûlîyet û berpirsîyarîyê ye. Ji bilî vê yekê, dema ku bi şikleke herî xweşik ew mesûlîyet bê birêvebirin û bo însan layiqê wê meqamê bibe jî dîsa divê bedelek bê dayîn. Encax piştî wê yekê Xweda beramber û mukafeta wê talibbûna mesûlîyetê, hewldana zor û zehmet a ku bo temsîlkirina wê mesûlîyetê hatiye dayîn, him li dinyayê û him jî li axretê dide. Li dinyayê di înşakirin û bînaya micadeleyekê de bûyîna hêmanekî û di nav de xwe fedakirin  û ji neslên were re wek mîras hiştina rêyeke xweş, dibe wesîle ku însan li dinyayê bibe şirîkê mukafatê û li axretê jî rizaya Xwedê qezenc bike. Ji ber ku temamê van nimet, qencî û xweşikayîyan daye me, ji Xwedayê ku Rebbê aleman re ye hemd û şikir be.

Silav li ser Hazretî Muhammed aleyhîssaltu wesselamê şereftirîn, fazîlettirîn û ekremtirînê mahlûqatan e jî be ku ew rêberê mucahîdan e, îmamê muttaqîyan e û wek rehmet ji aleman re hatiye şandin. Selat û selam li ser al û ashabên wî yên ku nûrên dinyaya tarîtîyê, adilên dinyaya zilmê ne û di gihaştindina nimeta Îslamê ya ji bo me de kedeke wan a mezin heye re jî be. Silav li wan şehîdên ummeta mezlûm ên ku ji êrîş, parçekirin û dabeşkirina kufrê re marûz mane  be, silav li wan mucahîdên ku zindanên kufrê de tên girtin be û silav li ser wan dawetvanên ku bo belavkirina li ser rûyê erdê ya peyama nemir a Îslamê amade ne canê xwe feda bikin be.

Xwedayê min, heqê wek heq nîşanî me bide û tabîbûna heqê bike nesîbê me, batilê jî wek batil nîşanî me bide û bike nesîbê me ku em xwe jê dûr bikin û xwe jê muhafeze bikin.(Şehîd Rêber Huseyîn Velîoglu-1994)

ARMANCA XULIQÎNÊ Û MICADELEYA TEWHÎDÊ

Dîroka Îslamê bi Hz. Ademê ku him însanê ewil û him jî pêxemberê ewil e dest pê dike. Însanê ewil bi heman awayî wek pêxemberê ewil hatiye wezîfedarkirin.Dîroka micadeleya tewhîdê ya ku pêxember jê re pêşîvantî kirine jî bi vî awayî ji mêj ve berdewam kiriye.Di wê pêvajoya ku heta Pêxemberê me Hz. Muhammedê ku Xatemul Enbîya ye hatiye de, di heyamên cûrbecûr de ji civak û qewmên cûda cûda re li gorî pêdivîyê pêxember hatine şandin. Pêxember, hatine şandin da ku ew ji însanan re bawerîya tewhîdê teblîx bikin, Rebbê wan bi wanan bidin nasîn, heqîqetên jiyan û hebûnê bi wan bidin naskirin, xebera îcabên evdîtîyê yên ku ew ji wan hatine mukellefgirtin bidin wan û hatine şandin da ku rêya rizgarî û xelasîyê nîşanî wan bidin. Xwedayê ku bo îmtîhanekê li ser rûyê erdê însan afirandiye, tu wextî însên bi tena serê xwe, bê rêber û bê pêşewa nehiştiye.

“Sond û qesem be ku, me ji bo ummetên berîya te,   jî qasid şandin.”(En’am:42)

Puxteya dîn û dawetên temamê pêxemberên ku di sîlsîleya pêxembertîya ku bi Hz. Adem dest pê kir û bi Xatemul Enbîya Hz. Muhammed bi dawî bû de hatin wezîfedarkirin yek bû. Hemû ji însanan re bawerîya tewhîdê teblîx kirine û hifza wan ji kufr û şîrkê kirine.  Bi heman awayî emir kirine da ku însan ji Xwedayê ku Rebbê aleman e pê ve ji tu kesî re evdîtîyê nekin û ji Xweda re şirîkan çênekin. Temamê pêxemberan micadeleya vê dane.

“Sond be, me ji her ummetekî re pêxemberek şand(da ku bibêjin): “Bes ji Xwedê re evdîtîyê bikin û xwe ji Taxût muhafeze bikin…”(Nahl:36)

Dînê Îslamê, xeleka dawî ya peyama îlahî û şiklê dawî ya bi kamil a vê sîlsîleyê ye û bi vê şiklê xwe yê dawî ji însanetîyê re hatiye teqdîmkirin.

“… Îro min ji bo we dînê we kemiland, nimetên xwe yên li ser we temam kir û min ji we re wek dîn Îslamê pejirand…”(Maîde:3)

Bi vî awayî ew wezîfeya domandina micadeleya tewhîdê ya ku pêxember jê re pêşîvantî kirine û ji Hz. Adem dest pê kiriye û heta Hz. Muhammedê pêmxeberê dawî berdewam kiriye li ser milên wan Mislimanên ku şopînerên Wî ne hatiye barkirin. Ji ber ku ji niha şûnde pêxember neyên şandin û wahîy neyê nazilkirin, wek dîn ji xeynî dînê Îslamê tabîbûna dînekî din dê ji însanan neyê qebûlkirin. Xweda Teala, wek lutf û rehmetê wezîfe û mesûlîyeta emirkirina qencîyê û menkirina ji neqencî û pîsîtîyê  danîye li ser milên Mislimanan û ji Mislimanan hatiye xwestin ku dawet û teblîxa Îslamê bidomînin. Ji ber wê yekê da’wa Îslamê bi bicîanîna vê wezîfê ya ji teref Mislimanan ve dê heta qiyametê berdewam bike.

ÎDEOLOJÎ Û PERGALÊN BEŞERÎ

Hakîmîyeta pergal û îdeolojîyên beşerî yên ku di tarîxê de derketine holê bi sînor bûye û ev îdeolojî piştî demekê an hatine jibîrkirin an hatine terkkirin an jî guherîne û ji holê rabûne.  Ev pergal di dewrên ku lê bûne hakim de, tu çareserîyên mayînde yên ku dê însanan bigihijînin azadî û bextewarîyê neanîne; berewajîya wê zilm li însanan kirine, êş û elem bi wan dane kişandin. Tê zanîn ku hinek tiştên rast ên bi sînor ên van pergalan hene û hinek hêlên wan bo însên bi feyde ne; lê belê heqîqeteke ku tê zanîn ev tiştên rast û bi feyde jî di bin tesîra peyama îlahî ya pêxemberan û dînên îlahî de derketiye holê. Ji ber wê yekê tiştê ku heta roja me baqî maye ew peyamên îlahî ne ku bi rêya wehyê ji pêxemberan re hatine şandin.

Bi heman awayî ew pergalên jiyana beşerî yên ku di nav xwe de zilmê, bêedaletîyê, dagirkerîyê, bêexlaqîyê, îşxalê, talanê di nav xwe de dihewînin û rûmeta însanan bin pê dikin; ji ber ku ne li gorî fitrata însên in him problemên însan û civakan bi şikleke kamil çareser nakin û him jî probleman zêdetir û girantir dikin ku ev yek li ber çavan e. Tu tiştên van pergalên jiyan û îdeolojîyan ên ku bidin însanan tune ye. Lewra ev pergalên jiyan û îdeolojîyan;  him ji peyama îlahî, exlaq, esalet û erdemê pêbar in û him jî bi şikleke ku dijberê xayeya xuliqîna însên e hereket dikin û berê însanetîyê di bergeha nefs, şehwet, şeytan, hewa, hewesê de didin jiyaneke ku jirêderketî, cudakarî û meqam û serwetê ji xwe re dike pût.

Digel temamê derfetên maddî yên bêsînor û pêşveçûyînên teknolojîk û zanistî yên esra bîstî û yekemîn ku serê mirov bi wan gêj dibe; însanetî nebû xwedî refah û hizûrê. Lewra rastîyeke di holê de ye ku ev tişt bi tena serê xwe ji însên re refah û hizûrê neanî. Sedem û çavkanîya temamê neyînîyên ku di roja me de hene û temamê problemên ku xelkên mustezaf li rasta wan tên, ew îdeolojî û pergalên beşerî yên ku hewl didin hukmî dinyayê bikin in.  Çavkanîya temamê wan dakirkerî, cudakarî, bêhiqûqî  û bêedaletîyan ên ku îro xelk û civak bi wan rû bi rû mane ev pergalên mufsîd in.  Ger îro rûmet, azadî û xweserîya netewe û civakan tê tehdîdkirin û ew netewe û civak bi problemên îqtîsadî, çandî, civakî, neteweyî û exlaqî re rû bi rû dimînin, sedem û çavkanîyê van tiştan ew rejîmên xeyrî Îslamî yên ku îro li ser dinya û civakan desthilatdar in û ew zalimên mustekbîr ên li ser serê wan in.

SEDEMA SEREKE YA PROBLEMAN JI ÎSLAMÊ DÛRKETIN E

Hz. Muhammed aleyhîsalatu wesselam, piştî ku dînê Îslamê jê re hat wehîykirin,  di wê mucadeleya tewhîdê ya 23 salane de wehya ku jê re hat şandin jiya, teblîx kir û di her qada jiyana xwe de tetbîq kir û di neticê de înqilabeke ku di dîroka însanetîyê de tu kesî nekiriye pêk anî û bi şikleke kamil pergala birêveberî û hikûmeteke Îslamî damezrand. Encax piştî Xulafayî Raşîdîn, ji wê pergala birêveberî û hikûmeteke Îslamî ya ku ji teref Hz. Muhammed ve hatibû damezrandin dûrketin dest pê kirin. Bi vî awayî di qada birêveberî û siyasetê de pêvajoya dûrketina ji Îslamê û dûrketina ji terza birêveberîya Nebewî  dest pê kir. Exlebeyê birêveberîyên ku di heyamên cûda de hatin, an temamê wan hukmên civakî û siyasî yên ku temela bingeha birêveberî û hikûmeteke Îslamî ne danîn alîyekî, an jî hinekî ji wan tetbîq kirine û bi vî awayî hêdî hêdî Îslamê ji qada civakî û birêveberîyê dûr xistin.

Ev sepan û şêwazên xelet bingeha wê cûdahîya dîn û siyaset a ku di wan qonaxên piştî wê de derketin avêt. Di encama vê pêvajoyê de ummeta Îslamê perçe bû û di şûna wê de saltanat, qraltî, dewletên neteweyan, dewletên qabîleyan, dewletên malbatan û heyama dîktatorîyên  partîyekê dest pê kir. Digel vê heyamê,  li exlebeyên axên Îslamê birêveberîyên xeyrî Îslamî, destpot, laîk, dîktator, zextkar bûn hakim. Taybetîya hevpar a van rejîman her tim bûye dijminantîya  li hember Îslam û têgihiştina birêveberîya Îslamê. Li ser temamê wan axên ku ev rejîm lê bûne hakim, daxwazkirina hakimîyeta siyasî ya Îslamê bûye sûcê herî mezin û li hember Mislimanan zext û zordarîyeke wehşîyane hatiye destpêkirin da ku Misliman bêdeng bimînin.

Wek netîcê sedema sereke ya herî mezin a problem û zehmetîyên ku îro em wek ummeta Îslamê pê re rû bi rû mane dûrketina ji nîzama îlahî û Îslamê ye.

Di vê çarçoveyê de, bo ev problemên ku wek ummet, welat û qewm em wan dijîn bê çaresekirin, divê em xwe bi Îslamê ve bigirin û zanibin ku ji vê pê ve jî tu çare tune ye.

“Kî ji Îslamê pê ve dîneke din bigere , dê ev dîn qetîyen jê neyê qebûlkirin û ew di roja axretê de bibe ji wan kesên ku xusran bibin.”(Al-î Îmran-85)

JI CIVAKEKE MISLIMAN RE ENCAX ÎSLAM RÊBERTÎYÊ DIKE

Berewajîya temamê pergal û rejîmên beşerî, heta îro Îslam ji însanetîyê re gelek tişt teqdîm kiriye, bi pêşveçûyîna însanetîyê, bi medenîyetê, bi exlaq, refah û edaleta civakê  gelek tişt dane qezenckirin ku ev yek ji teref hemû kesên dost û dijmin ve tê zanîn û tê qebûlkirin.

Temamê agahî û daneyên wehyî, zanistî, eqlî û dîrokî nîşanî me didin ku bo rizgarî, bextewarî, saadet û azadîya  însanetîyê nîzam û riya herî rast ew bawerîya tewhîdê ya ku bi wasitaya pêxember aleyhîsselat û wesselam gihaştîye roja me ye. Bi heman awayî ev hêmanên ku li jorê hatin birêzkirin, nîşanî me didin ku ew bawerîya tewhîdê manzûmeya jiyanê ye. Nîzama Îslamê, xeleka dawî ya bawerîya tewhîdê ya ku bi wasitaya Pêxemberê me Hz. Muhammed gihaştiye roja me ye ku ev heqîqetek e. Digel temamê tahrîbat û êrîşên dijminane yên îdeolojî û pergalên beşerî û digel temamê micadeleyên ku li hember Îslamê hatin dayîn, Îslam qet neguherî û peyama wê ji eslê xwe dûr neketiye û heta roja me hatiye  ku ev yek jî nîşan dide Îslam bi wextekî nehatîye sînorkirin û bo temamê wextan derbasdar e.

Nûra tewhîdê, temamê delîlên qet’î, şiklê jiyanê û pergala Îslamê ya ku ji însanetîyê re heyatê bexş dike di holê de ye. Lê belê hinek kes an jî kom bo  azadî û rizgarîya însanetîyê, nexasim jî bo azadî û rizgarîya civakên Misliman didin pey hinek rê, şêwaz an jî pergalên hiqûqê ku ev yek tiştekî bêfeyde û beyhûde ye. Problemên ku ji ber pergaleke beşerî û taxûtî derketine holê, bi pergaleke din a taxûtî û beşerî çareserkirin ne li gorî eql û mentiqê ye.

Xelkê bi esran e ku bi Îslamê muşerref bûye, Îslamê kiriye parçeyeke çand û jiyana xwe û bo ev dînê Îslamê bigihije însanên din û bo hakim bibe gelek fedakarî kiriye. Ger bo azadî û rizgarîya vî xelkê me micadele bê dayîn, wê wextê divê di micadelê de Îslam wek esas, pîvan û nimûnê bê girtin. Ji Îslamê pê ve tu dîn û îdeolojî nikare ji vê micadelê re bibe çavkanî û pêşîvan.

POLÎTÎKAYÊN ZILMÊ YÊN REJÎMA LAÎK

Piştî ku rejîma Kemalîst a laîk hat îqtîdarê û bû desthilatdar, li hember Îslamê û muqaddasatên wê şer hat îlankirin, hewl hat dayîn Îslam û muqaddesatên wê ji dewlet û jiyana civakê bên rakirin. Piştî ku îdeolojîya Kemalîst bû hakim, xelkê Misliman ê Kurd û Tirk dît ku ev rejîm xeyrî Îslamî û pergaleke zext û zordarîyê ye û li dijî rabûn. Ji ber vê yekê rejîma Kemalîst gelek zilm û tehdayî li wan kir, wan qetil kir û ji warên wan derxist û wanan kire mişextî, malên wan talan kir û gelek alim û pêşîvanên Mislimanên Kurd û Tirkan darve kir. Ev bes çend sepan bûn ku li hember xelkên Misliman ên Kurd û Tirk hat kirin. Hêj gelek zext û zilmên ku li wan hatine kirin û li vê derê nehatine jimartin hene.

Di netîceya polîtîkayên şovenîst û cudakarîyên qewmî  yên ku ji teref rejîma Kemalîst ve hatin kirin du qet zêdetir zilm li Kurdên Misliman hatiye kirin.Rejîma Kemalîst a ku ji xwe re neteweperestîya Tirk esas digire, ji dema ku dest bi hukmkirinê kiriye vir ve li Tirkîyê ji Tirkan pê ve tu kes wek xelk û ji zimanê Tirkî pê ve jî hebûna tu zimanî nehatine qebûlkirin, nehatine naskirin û tune hatine hisabkirin. Hemû kes wek Tirk hatine dîtin û Tirk hatine qebûlkirin. Ew rejîma Kemalîst ji roja ku hatiye damezrandin vir ve heqên Îslamî û yên însanî yên xelkên ku li welat dijîn xesb kiriye û li hember wan polîtîkayên xwe yên zilm, tehdayî, zext û zordarî, cudakarî, înkar û asîmîlasyonê domandiye. Ji ber vê dijminatîya ku li hember dîn tê kirin û ji ber neteweperestîya Tirk a ku tê kirin, problemên sîyasî û civakî yên mezin derketin holê û ev yek her tim xelkê û rejîmê anîye hemberî hev.

PÊVAJOYA DAMEZRANDINA CEMAATA HÎZBULLAH

Li tevahîya ummeta Îslamê û bi taybet jî li Kurdistanê, îdeolojîyên îlhad û ateîst tên belavkirin û ev yek wek modayê ji girse û civakan re tê teqdîm kirin. Bi wasitaya van bîrdozî û îdeolojîyan xelkên Misliman, nexasim jî neslên xort ên ciwan ji Îslamê tên dûrxistin  û tên avêtin nav lepên îdeolojîyên Materyalîst. Ji bilî van, ji xelkên Misliman û neslên xort ên ciwan re tê gotin; “Îslam dê ji problemên çandî, hiqûqî, îqtîsadî, siyasî û civakî re çareserî neyêne, Îslam nikare bibe şiklê  birêveberîyeke ku di roja me de civakê îdare bike, Îslam dîneke wisa ye ku berî vê hezar û çarsed salan jiyaye û dewra xwe temam kiriye û li paş maye, Îslam  wek afyonê girseyan bêhiş dike û ditevizîne, Îslam tiştekî ne mimkûn e ku pêk bê û sazîya serdestan e û nikare ji şoreşên gel re û ji hareketên siyasî re pêşîvantîyê bike.” Li ser navê Îslamê ji teref van îdeolojîyan ve ev tişt tên gotin û bi emperyalîzma çandî hêzên dagirker li hember Îslamê şereke piralî birêve dibe. Her wisa rejîma Kemalîst a laîk wek polîtîkayeke dewletê  temamê dezgehên xwe seferber kiriye da ku  Îslamê ji jiyana civakî dûr bike ku di netîceya vê yekê de jî gelek tiştên nebaş û neyînî derketin holê. Temamê ev hêmanên girîng ên ku li jorê qala wan hat kirin, bûn sebeb ku pêvajoya damezrandina Cemaata Hîzbullah dest pê bike.

Problemên ku rû didan û ew rewşa xirab a ku camîaya Îslamî di nav de bû, di serî de ji teref rêberê cemaatê, kadroyên ewil ên ku ji damezrandina cemaatê re pêşîvantî kirin û ji teref gelek Mislimanên samîmî, xwedî mesûlîyet û bi şiûr ên ku wê çaxê di nav fealîyetên Îslamî de cî digirtin ve dihat dîtin.  Wê demê, bo ew problemên ku dibûn sedemên nerihetî û acizîyên ciddî bên çareserkirin û bo ew heyam bê derbaskirin, him di warê fikrî û him jî di warê pratîk de hewl dihat dayîn û xebat dihatin kirin. Di netîcê de li ser vê fikrê tifaq û lihevkirin çêbû:  Di warê problem û zehmetîyên ku Misliman dikşînin de, tesîra rê û rêbaza ku di micadelê de tê taqîbkirin gelekî zêde ye, divê di micadele û cemaatbûnê de li gorî rê û rêbaz û metoda Nebewî ya ku ji teref Pêxemberê me ve hatiye diyarkirin bê hereketkirin. Karê cemaatbûnê ferzîyetek e ku divîyabû bê cî anîn , ji ber bê yekê berîya herî tiştî pêwîst bû ku ji ber pêdivîya mesûlîyet û şiûra Îslamî dest bi vî karî hatibana kirin, ango cemaat hatibana tesîskirin.

Bo vê yekê; berî ku pêvajoya cemaatbûnê bidin destpêkirin, derbarê kom û hareketên Îslamî yên ku di pêvajoya dîrokî ya alema Îslamê de derketine holê, hebûna xwe didomînin an jî nadomînin û her wisa derbarê wanên ku hêj nû derketine qada micadelê de lêkolîn û tehqîqet dihatin kirin. Digel vê yekê rê û rêbazên micadele û dawetê, rewşa fikrî û bingehî yên cemaat û komên Îslamî yên mehelî dihatin lêkolînkirin û dîsa serkeftin û zaafên wan ên ku di sepanên pratîk de nîşan dane jî dihatin tehqîqkirin.  Di netîceya temamê van lêkolîn, tehqîqet û çavderîyan de qenaata hebûn û damezrandina  hareketeke rapêçker û berfireh  a ku bersivê bide îxtîyacên Mislimanên ku li ser erdnigarîya me  ya ku em lê dijîn  çêbû û ji ber vê yekê  bi bawerî û ewlehîyê, bi şiûra evdîtîyê û bi şikleke qerardar dest bi vî karê muhîm, hessas û giran hat kirin.

Wek netîce, pêvajoya damezrandina cemaatê hat destpêkirin da ku ji bo problemên wê demê yên Mislimanan bên çareserkirin, pêşîya hebabûna fealîyetên Îslamî bê girtin û ji bo ji ber valahî û gengeşîyê gelek însanên samîmî ji da’wê dûr nekevin û ji bo Misliman ji hawirdora tevlîhevî û gengeşîyê bên xelaskirin û tevlî hawirdoreke micadeleya Îslamî bibin. Di netîceya van gavên ku bi vê bawerî û endîşê hatin avêtin de, Cemaata Hîzbullah bi alîkarîya Xweda derket meydana micadelê.

DAMEZRANDINA CEMAATA HÎZBULLAH

Pêşîwanên cemaatê xwe ji wan nîqaşên ku heta wê rojê berdewam dikirin, ji xebatên kêm û netije û kambaxîyê dûr xistin û qerar dan ku vê cemaatê bidamezrînin  ku ev  cemaat dê bersivê bide hêvî û daxwazên Mislimanan, dê xweser be û ji xwe re pîvanên Îslamî û heyama esra saadetê esas bigire, dê bes li ser teqwa û fedakarî û îxlasê be û dê ji yekîtîya Mislimanan a ku li ser biratîya Îslamê hatine bal hev be. Bi vî awayî  Cemaata Hîzbullah  di sala 1979an de  di rêbertîya Şehîd Huseyîn Velîoglu  de li Êlihê hat damezrandin.

Ev Misliman bi kadroyên sereke û bi xelkeyên dersê yên gelekî kêm dest bi fealîyetan kirin û di pêvajoyê de bi sebr û îxlasê, bi semax û qerardarîyê xêza berxwedanê taqîb kirin û wek xelekên ku ketine nava hevdû bi hevdû girtin, xwe ji betilandin û bêzarbûnê muhafeze kirin û bi eşq û kelecanê fealîyetên xwe pêşve birin û heta îro hatin.

METODA HAREKETÊ YA CEMAATA HÎZBULLAH

Ji mêj ve meseleya metodê ya ku dê di micadeleya Îslamî de bêşopandin bûye mijara nîqaş û munaqeşê. Mislimanên ku li cûrbecûr herêmên cîhanê micadele dikin, bi tesîra şert û mercên hawirdora ku tê de ne, serî li rê û rêbaz û metodên cûda dane. Resûlê Xwedê di micadeleya xwe de ji xwe re metodek danîye li ber xwe ku Cemaata Hîzbullah jî bawer dike divê Misliman di micadeleyên xwe de li gorî vê metodê hereket bikin. Cemaata Hîzbullah di çarçoveya vê bawerîya xwe de,wê heyama pêxembertîyê ya ku pê bawer anîye ev heyam dirist e û pêwîst e, ji xwe re esas  girtiye û wê metoda hereketê ya nebewî ji xwe re wek metod qebûl kiriye.

Bo domandina micadeleya Îslamî, bo di nav civakê de belavbûn û geşbûna Îslamê, bo gihaştina hedefa rê û rêbazeke ku hakîmîyeta Îslamê tesîs bike; ew pêdivîyên demê û eqlê û nassên Îslamî damezrandina hareketeke Îslamî ya ku dê metoda nebewî ya Pêxember taqîb bike  ferz kiriye.

Cemaata Hîzbullah; di destpêkê de di çarçoveya vê bawerî, nêrîn û bergehê de gav avêtîye û micadeleya xwe heta îro li ser van esasan domandiye.

“Muheqqeq ji bo wan kesên hêvî dikin bigihijin Xweda û exretê û ji bo wan kesên ku Xweda gelek zêde zikir dikin, di Resûlê Xwedê de mînakeke xweşik û kamil heye.”(Ahzap-21)

 CEMAATBÛN FERMANEKE ÎSLAMÎ YE

Pêxemberê me Hz. Muhammed aleyhîsselatu wesselam fermanên di Qur’ana Kerîm de teblîx dikir, didaxuyand, tetbîq dikir. Temamê Mislimanên ku Qur’ana Kerîm û Sunneta Resûllah di her karê xwe de ji xwe pîvan digirin û ew wek çavkanî qebûl dikin, wezîfedar in ku jiyana şexs û civakan  li gorî Qur’an û sunnetê tanzîm bikin. Bi şikleke kamil ev yek jî encax bi hikûmeteke Îslamî mimkûn e. Ji ber ku  bêcemaat jî, hikûmeteke Îslamî nikare bê avakirin divê Misliman bibin cemaat û bi şikleke rêxistinî û bi qewet fealîyetên xwe birêve bibin û micadele bikin.  Hikûmeta Îslamî  fêkî û netîceya  cemaateke Îslamî ya ku bi şikleke rêxistinî micadele dike ye û digel avakirina hikûmeta Îslamî dê micadele bi dawî nebe û ev micadele dê berdewam bike. Wek cemaatê micadele kirin wezîfeyek e ku ji teref Qur’an û sunnetê ve li milan hatiye barkirin. Ji ber wê yekê  cemaatbûna Mislimanan fermana Îslamê bi xwe ye; ne pêdîvîya şert û mercan e.

“Bila ji we ummetek hebe ku însanan gazî xêrê bike, qencî û başîyê emir û ji neqencî û xirabîyê nehîy bike. Vaye ew kes in ên ku dê bigihijin rizgarî û xelasîyê.”(Ahzab-21)

“Alîkarîya Xwedê digel cematê ye.”(Ebû Dawûd)

Bi giştî temamê Pêxemberan aleyhîsselam û bi taybet jî Hz. Muhammed aleyhîselat û wesselam nimûneya civakek û micadeleyeke rêxistî ya ku dê ji hemû Misliman û însanan re bibe nimûne û emsal derxistin holê  ku ew temam rêberên hîdayetê ne.  Misliman di her dewr, şert û mercan de û di her qada jiyana xwe de  wezîfedar in ku van pêxemberan ji xwe re mînak bistînin û nimûneya wan a civakeke rêxistî û  micadeleyeke rêxistî tetbîq bikin.

 HEDEFA CEMAATA HÎZBULLAH

Hedefa ku di micadeleya Îslamî de tê xwestin lê bê gihaştin; ferd û malbatên Misliman û di nîhayetê de hakîmîyeta Îslamê li civakê û tesîskirina hikûmeta Îslamî ye. Di netîceya vê micadelê de tê hêvîkirin temamê însanan bawerîya tewhîdê qebûl bikin ku bo vê yekê teblîx û dawet tê kirin. Di vê yekê de a esas tesîskirina hakîmîyeta Îslamî ye.

Cemaata Hîzbullah; di vê pêvajoya micadelê ya ku bi hikûmeta Îslamî tê dayîn de ji xwe re kiriye hedef ku astengî û problemên li ber teblîx û daweta Îslamî bên rakirin û hemû kes bawerîya xwe azadene bijîn.  Pêxember aleyhîsselat û wesselam dema ku li Medînê dewleta Îslamê damezrand, exlebeya civaka Medînê ji Mislimanan pêk nedihat. Kesên ku ne Misliman bûn, di bawerî û îbadetên xwe de azad bûn; lê belê îdare û otorîteya civakê di destê Mislimanan de bû.

“Ger em, li ser rûyê erdê desthilatdarî û îqtîdarê bidin wan kesan, ew ê  nimêjê bikin, zikatê bidin,  qencîyê emir bikin û ji neqencîyê jî nehîy bikin. Dawîya karan derdikeve Xwedê.”(Hac-41)

MESELEYA KURD Û KURDISTANÊ

“Gelî însanan! Bêguman me hûn ji mêrekî û jinekê xuliqandine û me hûn kirine qewm û qabîle da ku hev nas bikin. Bêguman li cem Xwedê ji we yê herî bi qîmet ew kesên xwedî teqwaya zêde ne. Bêşiphe Xweda hemû tiştî bi heqê wê dizane û bi heqê wê ji hemû tiştî xeberdar e.”(Hucurat:13)

Kurdistan navê wê erdnigarîyê ye ku di pêvajoya dîrokê de Kurd lê jiyane, rabirdûyeke wê dîrêj a dîrokî heye û hebûna wê bi belgeyên dîrokî sabît e. Îro li ser vê erdnigarîyê însanên ku mensûbê qewmên ji hev cûda ne jî dijîn û Kurdistan welatê hevpar a wan însanan e.

Piştî ku xelkê Kurdistanê Îslamê qebûl kir re, erdnigarîya Kurdistanê bûye parçeyeke jêneqetîn a dîyara Îslamê û ummeta Îslamê. Ew hereketên ku di dîrok û erdnigarîya Kurdistanê de bi xizmeta Îslam û îlayîkelîmetûllah derketine holê û ew bûyer û geşedanên ku pêk hatine tevde nîşan didin ku;  di temamê dîroka Îslamê de her tim Kurd bi dildarî û bi şiûr û hişmendîya Îslamî ji yekîtîya ummetê re sadiq mane û bo hevgirtin were muhafezekirin fedakarî kirine.

Pêkhatina ummeteke Îslamê ya ku lê edaleta îlahî û hududullah hakim be, bo Hîzbullah daxwazeke muqeddes e ku ev pêkhatina ummeteke Îslamê ya ku lê edaleta îlahî û hududullah hakim be van xalan di nav xwe de dihewîne: Bi şiûra ummetê bihevgirtina Mislimanan, tunebûna zilm û cudakarîyê, di bingeha xuliqînê de wekhevîbûna hemû kesan, bawerîya serdestîya bes di teqwayê de, tunebûna serdestîya kesekî li hember kesekî din, ji ber  ziman, reng, nav û erdnigarîya ku lê dijîn an jî ji ber malbat, qewm û sinifa ku lê mensûb in ji însanan re nekirina neheqî û cudakarîyê û ji ber van wesfan ji kesekî re nebûna pişt û jê re destek nedayîn. Cemaata Hîzbullah bo vê hedefa muqeddes  kirina micadelê, pêdivî û lazimîya aqîdeya Îslamê û Îslama Nebewî dibîne û di vê oxirê de bi kişandina zehmetîyan, dîtina îşkenceyan û bi şehîdbûnê îftîxar dike. Ji wir wê de jî dê Cemaat Hîzbullah bi vê doza pîroz û nirxên wê ve girêdayî bimîne, dê di rêya wê de micadele bike û bi vê yekê jî dê îftîxar bike. Ev yek wezîfe û mesûlîyeta şerî û lênerîna Îslamî ya Hîzbullah e.

Li gorî Cemaata Hîzbullah problemên xelkê Kurd ê mustazaf û mezlûm, ne tenê problema Kurdên Misliman e, berewajî problema temamê ummeta Îslamê û Mislimanên ji her qewmî ye. Lewra xelkê Kurd ê Misliman parçeyeke ummeta Îslamê ye. Cemaata Hîzbûllah; wan înkar, asîmîlasyon û zextên ku li xelkê Kurd tên kirin red dike û di çarçoveya derfet û îmkanên xwe de li ber vê tiştan, sekinînê û micadele kirinê ji xwe re wek wezîfê dibîne. Li gorî Hîzbullah, ji bo ku ev problem bê çareserkirin, divê temamê Mislimanan dest bavêjin vê problemê û xwedîtîyê lê bikin.

 “Afirandina erd û asîmanan, cûdabûna ziman û rengên we, ji delîlên qudreta Wî ne. Bêşiphe, bo wan kesên ku zanibin  ayet/delîl hene.”(Rum-22)

Cemaata Hîzbullah, vê meselê ji xwe re him wek mesûlîyeteke Îslamî  ya ku divê di nêrîna Îslamî de bê nirxandin, teşhîskirin û tehlîlkirin û di pîvanên Îslamî de bê çareserkirin dibîne û him jî wek wezîfeyeke Cemaatî dibîne.

Li gorî Cemaata Hîzbullah, temamê vebijêrkên mîna xweserî, fedarasyon, otonomî yên ku dê bi wan mafên însanî û Îslamî yên gelê Kurd bi qanûnan bên muhafezekirin dikarin bên nîqaşkirin û axavtin. Xelk, serbest e ku ji bo xwe ji van vebijêrkan yekî bihilbijêre. Cemaata Hîzbullah di çarçoveya lênerîna Îslamî de vê yekê bi mehzûr nabîne. Encax, ew çareserîya ku dê bê xwestin, divê çareserîyeke di bin birêveberîya Îslamî de be da ku xelkê Kurd ê Misliman karibe li gorî bawerî û çanda xwe bijî û bibe xwedîyê temamê mafên xwe.

LÊNÊRÎNA LI KOM Û CEMAATÊN ÎSLAMÎ

Cemaata Hîzbullah  ji ber pêdîvîya xwe ya bawerîya Îslamî û şîarên cemaatî, her tim rejîmên zilmê yên taxûtî ji xwe re dijmin qebûl kiriye û ehemîyet daye wê biratî û dostanîya di navbera cemaat û komên Îslamî de.

Cemaata Hîzbullah;  temamê cemaat û komên ku rejîmên zilmê ji xwe re dijmin qebûl dikin,  camîayên Îslamî ji xwe re dost qebûl dikin, bo hakimbûna Îslamê xizmet dikin, di warê mijarên amelî û îtîqadî de dernakevin derveyî nasên bingehîn ên Îslamê û neketine bin fermana hêzên xeyrî Îslamî yên mehelî û navneteweyî, ji xwe re wek bira qebûl dike. Cemaata Hîzbullah, di çarçoveya hiqûqa biratîyê ya Îslamê de dikare digel van hareket û cemaatan re pêwendî û têkilîyên samîmî tesîs bike û dikare li ser rêya xizmetkirina ji Îslamê de li ser taqwa û qencîyê alîkarîya wan bike ku Hîzbullah vê yekê ji xwe re wek mesûlîyet û wezîfeyeke şer’î qebûl dike.

“…li ser teqwa û qencîyê ji hevdû re bibin alîkar, li ser guneh û dijminantîyê ji hevdû re alîkarî nekin. Ji Xwedê bitirsin! Bêşiphe Xweda ew kes e ku ezaba Wî pir şedîd e.”(Maîde-2)

TÊGIHIŞTINA WEHDETÊ YA CEMAATA HÎZBULLAH

Li gorî Cemaata Hîzbullah, ew dewletên Îslamî, cemat û komên ku bo heman armanc û hedefê micadelê dikin û ne di nav cûdahîyên bingehîn de ne, pêwîst e di çarçoveya hiqûqa Îslamê de werin bal hev û di bin banekî de yekîtîyekî ava bikin û hêz û qewetên xwe bikin yek. Encax, ji bo ku wehdeteke wisa tesîs bibe û ji bo ev yek bi sihet û mayîn de be, divê ev yek li ser yekîtîya dildarî û bi prensîb bê avakirin.

Cemaata Hîzbullah ji vê yekê bawer dike; ger bi şiklê ku tê tarîf û daxwazkirin yekîtîyek neyê sazkirin jî, divê Misliman li hember hevdû haya xwe ji hiqûqa biratîyê bikin û li gorî wê hereket bikin. Dîsa temamê Mislimanan piştî riayetî hiqûqa birayetîyê kirin re, pêwîst e li dijî dijmin û neyarên Îslamê hêza xwe bikin yek, alîkarîya hev bikin û ji hev re bibin piştevan.

Hîzbullah, wek Cemaat ji roja ewil heta îro di vê bergehê de hewl daye û xîret kiriye. Cemaata Hîzbullah tu carî negotiye “Bes Cemaata me heq e, ew kom û cematên ji xeynî me tev batil in” û xeletîyeke wisa nekiriye û wan kesên ku xwedîyê vê nêrîn û têgihiştinê ne jî teswîb nake.

“Hûn pêkve xwe bi benê Xweda bigirin û ji hev perçe nebin!...”(Alî Îmran-103)

 FIKRA CEMAATA HÎZBULLAH DERBARÊ KOM Û RÊXISTINÊN DIN DE

Cemaata Hîzbullah; di çarçoveya prensîb û pîvanên Îslamê de bi wan hareket û rêxistinên Kurdistanî û yên ji xelkên din ên ku ji Îslamê û Mislimantîyê re dijminantîyê nakin, mafên meşrû û heqdar ên xelkên mustazaf diparêzin û di vê oxirê de micadele dikin re, muamele dike.

Îdeolojî û bawerîya wê çi dibe bila bibe, divê bi tu cemaat, tarîqat, partî, rêxistin, kom an jî pêkhatîya sîyasî re beleseb nîqaş û pevçûn neyê kirin ku Cemaata Hîzbullah vê yekê him ji bo xwe û him jî ji bo wan kesên din munasîb nabîne.

Cemaata Hîzbullah, bawer dike nîqaş û pevçûna ku dê bi wan rêxistinên ku li dijî neheqî û zilmê micadele dikin re bê kirin dê li feydeya rejîmên zilmê be û dê ji vê yekê ew komên ku dê pev biçin zirarê bibînin. Digel vê yekê Cemaata Hîzbullah zirardayîna ji Îslam û Mislimanan û êrîşên ku dê li hember hebûna wî bên kirin jî qebûl nake û dema ku rewşeke wisa pêk bê, ew ê di çarçoveya mudafaya meşrû ya ku hiqûqa Îslamê û navneteweyî ya ku hatiye dayîn de heqê xwe bi kar bîne, xwe mudafe bike. Her wisa ew ê di vê bergehê de tedbîrên pêwîst û lazim jî bistîne.

NASNAMEYA CEMAATA HÎZBULLAH

Navê Wî: Hîzbullah

Dîroka Damezrandinê: 1979

Rêberê Damezrîner ê Cemaata Hîzbullah: Şehîd Huseyîn Velîoglu

Amblema Wî: Dû re dê bi raya giştî re bê parvekirin

Marşa Wî: Dû re dê bi raya giştî re bê parvekirin

ŞAXÊN BINGEHÎN ÊN CEMAATÊ

Cemaata Hîzbullah ji 4 şaxên sereke pêk tê.

Lijneya Rêbertîyê

Lijneya Îdareya Navendî

Meclîsa Şûraya Îslamî

Lijneya Kontrol û Dîsîplînê

Pêkhatin û birêveberîya van şaxan di rêziknameya cemaatê de hatiye diyarkirin.

ENDAMTÎ

Cemaata Hîzbullah; ji wan Mislimanên fedakar û xîretkêş ên ku ji xwe re Îslamê dîn û nîzama heyatê, Qur’an û Sunnetê qanûn, Resûlullah onder û pêşewayê mutleq û cematê jî rêber dibînin pêk dihêt.

Temamê ferdên ku bawerî, xaye, hedef û rêbaza micadelê ya cemaatê qebûl kirine, dikarin bibin endamê Cemaata Hîzbullah.  Di wezîfedarkirina ferdan û di girtina mesûlîyetê li ser xwe ya ferdan de;  îman, teqwa, amelên salih, exlaq, îxlas, sabir, fedakarî, ehlîyet, jêhatîbûn û xwedîbûna tecrube û ilmê hêmanên diyarker in. Cemaata Hîzbullah, temamê wan Mislimanên fedakar û xîretkêş ên ku xwedîyê vê bawerî û ramanê ne û wan prensîbên cemaatê qebûl dikin vedixwîne micadeleya di sefekê de.

ESASÊN GIŞTÎ

MADDE 1- Armanca xuliqînê ji Xweda re îbadet kirin e. Xayeya Mislimanan qezenckirina rizaya Xweda ye. Cemaata Hîzbullah li ser esasa bicîanîna wezîfeya evdîtîyê ya ku bi Qur’an û Sunnetê hatiye diyarkirin hatiye damezrandin.

Madde 2- Cemaata Hîzbullah; di çarçoveya hedef, armanc, fikir, bawerî û temamê fealîyetên xwe de ji xwe re Qur’an û Sunnetê wek çavkanîya meşrûîyetê esas digire. Qur’an qanûn û distûra heyatê ya Cemaata Hîzbullah e.

Madde 3- Cemaata Hîzbullah; xwe wek mîraswanê temamê wan hereketên Îslamî yên ku di temamê tarîxê de derketine meydanê dibîne û digel vê yekê Cemaata Hîzbullah, berdewama tu hereket, cemaat, tarîqat, partî, rêxistin  û pêkhatîyeke sîyasî nîne û cemaateke musteqîl e xweser e. Ji bilî vê Cemaata Hîzbullah hêz û qeweta xwe ji îmana xwe ya ku bi Xwedê anîye û ji destek û yekîtîya Mislimanan distîne.

Madde 4- Cemaata Hîzbullah; wek ferd û cemaat xwe mesûl dibîne ku li gorî hêz û derfeta xwe wezîfeya ‘Emrî bîl maruf we nehyî anîl munker’ bi cî bîne. Temamê fealîyetên ku di çarçoveya î’layîkelîmetûllah de tên kirin wek cîhadê qebûl dike û di vê bergehê de dinirxîne.

Madde 5- Cemaata Hîzbullah; şert û mercên civaka di nav de li ber çavan digire û di vê bergehê de dema ku fealîyetên xwe birêve dibe temamê wasitayên meşrû yên ku pêdivî bi wan hebe bi kar tîne. Cemaata Hîzbullah bawer, dike divê gihaştina hedefên Îslamî bi wasitayên meşrû be û tu carî li wasita û rêyên xeyrî Îslamî tewessûl nake û ji xwe re di hedef, rê û şêwazan de xêza nebewî esas digire.

Madde 6- Cemaata Hîzbullah xebatên xwe bi taybet li Kurdistana Bakur û bi tevahî jî li temamê Tirkîyê birêve dibe.

Madde 7-Hedefa dawî ya Cemaata Hîzbullah; li ser rûyê erda cîhanê tesîskirina birêveberîyeke ku ji xwe re Qur’an û Sunnetê esas digire, li gorî xayeya xuliqîn û fitrata însên e, tê de ji evdan re evdîtî nayê kirin û tê de zilm, şîrk, zilm û dagirkerî nayê kirin e. Encax xwe li hember civaka xwe û qada micadelê wek mesûl û wezîfedarê sereke û ewil berpirsîyar qebûl dike.

Madde 8- Tesîskirina ewlehîya eqil, nesil, dîn, can û malê însanan di nav hedefên hakimîyeta Îslamê û dînê Îslamê de ne. Cemaata Hîzbullah; di bergeha van şîaran de parastin û temînkirina azadî û heqên însanî ya temamê dîn û qewmên kêmanî wek wecîbeyeke Îslamî dibîne.

Madde 9- Cemaata Hîzbullah;  temamê rejîm û birêveberîyên ku lê Îslam ne hakim e û lê Qur’an wek çavkanîya meşrûîyetê nayê qebûlkirin xeyrî Îslamî qebûl dike û wan şexsên ku di wan birêveberîyên xeyrî Îslamî de wezîfe dikin li gorî cihên wan a taybet û amelên wan, dinirxîne.Cemaata Hîzbullah têgihiştina tekfîrkirinê ya bi giştî qebûl nake.

Madde 10- Cemaata Hîzbullah; ji nirx û şîarên Îslamê tawîz nade. Li gorî hêz û derfetên xwe li dijî wan êrîşên ku li muqaddesatên Îslamî tên kirin radiweste. Parastin û muhafezekirina nirx û eqîdeya Îslamî ji xaye û armancên sereke ya damezrîna Cemaata Hîzbullah e.

Madde 11- Cemaata Hîzbullah; digel ku Ehlî Sunnet be jî, wan meseleyên bi ixtilaf ên ku di dîrokê de derketine holê naxe rojeva xwe û wan di dîrokê de dihêle. Xwe ji wan rojev û nîqaşên ku dê di nav Mislimanan de bibin sebeba tefrîqa û îxtîlafan dûr dixe û muhafeze dike û ji wan kesên ku van nîqaşan tînin rojevê re banga xwedîderketina problemên sereke yên ummetê dike. Li wan kesên ku ji ehlê qiblê ne re wek çavê bira dinêre û li dijî wan hêzên şer ên ku dixwazin  ji ser îxtîlafa Şîî-Sunnî di nav ummetê de pevçûn û rageşîyê derînin radiweste.

Madde 12- Cemaata Hîzbullah; temamê wan mezhebên ku di nav daîreya Îslamê de tên nirxandin û di nav ummetê de hatine qebûlkirin, qebûl dike. Mezheperestîyê nake. Li gorî wî tiştekî asayî ye ku her ferdekî/ê Misliman li gorî mezheba ku tabi’ê bûye amel bike. Cemaata Hîzbullah zarûrî dibîne ku her ferdek tabi’ê mezhebeke ku ne ehlî tahqîqê ye bibe.

Madde 13- Cemaata Hîzbullah;  ji temamê wan îctîhad û fetwayên di daîreya Îslamê de yên  ku li gorî mesleheta ummetê bin û problemên hareket û hikûmetên Îslamî çareser dikin û pêşîya wan vedike  îstîfade dike û di vê mijarê de  xwe bi tu mezheb û îctîhadê sînor nake.

Madde 14-  Cemaata Hîzbullah; di warê sepandin û fêmkirina Îslamê de ji wan alimên ku di çarçoveya Qur’an û Sunnetê de berhem dane îstîfade dike û wan fikr û têgihiştinên mîna aqilvanî, mealvanî, tekfîrvanî û nîjadperestî û qewmîyetperestî yên ku li dijî  Îslamê ne red dike.

Madde 15- Cemaata Hîzbullah; ji xwe re azadkirina Qudsa ku qibleya ewil a Mislimanan e û micadeleya di vê oxirê de wek wezîfeyeke şer’î dizane. Bo bigihijê vê hedefê  li gorî hêz û  derfetên xwe û şert û mercan destekê dide temamê wan hereketên  ku di vê oxirê micadele dikin.

Madde 16- Cemaata Hîzbullah; ne razî ye ku herêmek û parçeyeke axên Îslamî bên îşxalkirin û bo ev ax ji îşxalê bên xelaskirin ji xwe re kirina micadelê wacib dizane. Di bergeha vê hedefê de li gorî derfetên xwe destekê didi wan Mislimanên ku di vê oxirê de micadele dikin.

Madde 17- Cemaata Hîzbullah; parçeyeke hareketa Îslamî ya cîhanşumûl e. Bi çavê ummetê û hevgirtineke Îslamî li wan problemên Mislimanan dinêre. Yekîtîya sîyasî ya ummeta Îslamê û azadî û xweserîbûna temamê Mislimanên li çar alîyê dinyayê dijîn mudafa dike.

Madde 18-  Li gorî ayeta “Ev ummeta we ummeteke tenê ye, naxwe ji min re îbadet bikin’ ummet, navê hevpar û yekîtîya temamê Mislimanên ji her qewm û nîjadê yên cîhanê ye. Di vê çarçovê de Cemaata Hîzbullah wek aîdîyet balan dikşîne li ser ummetê.

Madde 19-  Cemaata Hîzbullah;  hebûna temamê qewman qebûl dike û  weke ku di Qur’ana Kerîm de tê îfadekirin çeşîtdarîya qewman wek ayeta Xweda qebûl dike. Serdestîya tu qewman a li qewmeke din qebûl nake û bawer dike ku serdestî di teqwayê de ye. Temamê asabîyetên cahilî û temamê çeşîdên nîjadperestîyê yên ku ummetê parçe dikin red dike.  Temamê însanan, reng, ziman û qewmê wan çi dibe bila bibe li ber hiqûqê wek hev dibîne.

Madde 20- “Ziman ji ayetên Xwedê ne.” Cemaata Hîzbullah, him hebûna temamê zimanan ku tên axavtin qebûl dike û tercîh dike ku zimanê civaka ku ew tê de ye bi kar bîne.  Bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermî, di serî de di perwerdehî û hîndekarîyê de û her wisa bi di temamê qadan de bi zimanê Kurdî  ji xelkê Kurd re xizmet bê dayîn hewldanên pêwîst di her qadê de dike.

Madde 21- Cemaata Hîzbullah; mudaxeleyî dîn û bawerîya tu kesî/ê nake. Qebûl dike ku divê hemû kes li gorî bawerîya xwe bijî û tiştên ku dînê wî/ê jê dixwaze bi cî bîne û di vî warî de azad e. Li tu kesî zext nikare bê kirin da ku Îslamê an jî bawerîya dînekî din qebûl bike û bawerî û fikrên xwe biguherîne. Li hember wan dîn û kitêbên ji xeynî Îslamê li gorî pîvanên Qur’anê hereket dike.

Madde 22- Cemaata Hîzbullah;  refah û hizûra xelkê wek hizûr û refaha xwe qebûl dike  û hêz û derfetên xwe jî wek ên xelkê dibîne. Dibe şirîkê xweşî û xemgînîyên xelkê û daxwaz û arzûyên wan ên meşrû hîmaye dike. Bi heman awayî  di tahhaqquqa menfeatên giştî yê civakê û muhafezekirina wan de tiştê ku dikeve ser milên wî dike.

Madde 23- Cemaata Hîzbullah;  di çareserîya wan lihevnekirin û problemên ku di encama minasebetên navneteweyî  û peymanên ku ew bi xwe ji wan re bûye teref derketine de, mesleheta Mislimanan li ber çavan digire û ji wan peyman û qerarên ku ji teref sazîyên ku navneteweyî ne ve hatine standin hukmên ku ne li dijî bawerîyê ne qebûl dike.

Madde 24- Hetta wexteke munasîb dezgehên sereke yên qerarê û mercîyên rayedar  ên Cemaata Hîzbullah dikarin veşartî bimînin da ku ji şerê dijminên Îslamê bên parastin, da ku bi îradeya xwe di çerçoveya pîvanên îlahî de qeraran bistîne û da ku fealîyetên xwe bi şikleke tenduristî birêve bibe.

Madde 25- Cemaata Hîzbullah; di birêvebirina temamê dezgehan de şûra û meşweretê ji xwe re esas digire. Qerarên cemaatî di dezgehên rayedar de bi îstîşarê tên standin. Bi heman awayî  di temamê wezîfedarkirin, îcraat û çareserîyên cemaatî de ji xwe re edalet û ehlîyetê esas digire.

Madde 26- Cemaata Hîzbullah; wan adet, orf û çandên ku dernayên derveyî nasên Îslamî qebûl dike û destekê dide wan da ku ev cûr edet û kevneşop bên parastin, jiyandin û pêşvebirin.

Madde 27- Cemaata Hîzbullah wek wezîfe dibîne ku muesseyên Îslamî bên îhyakirin û cardin bibin xwedîyê misyona xwe ya berê. Di vê çarçoveyê de hewl dide da ku ew camîyên navendên îbadet, çand û ilmê û ew medrese bigihijin wê fonksîyona xwe ya eslî ya ku tê daxwazkirin.

Madde 28- Cemaata Hîzbullah; bawer dike ku di perwerdekirina neslan de pîrek xwedî erkeke muhîm in û di perwerdekirina civak û şexsên bi sihhet de ehemîyetê dide perwerdehîya pîrekan. Cemaata Hîzbullah bawer dike, ji ber ku pîrek jî wek zilaman muxataba wezîfeyên Îslamî ne divê ew jî di her qada micadelê de cî bigirin. Pîrekên Misliman di çarçoveya wan sînor û heqên ku Îslamê daye wan de dikarin temamê fealîyetan bikin.

Madde 29- Cemaata Hîzbullah; ehemîyeteke taybet dide perwedehî û hîndekarîya zarok û xortan. Bo nesl  bi perwerdehîya Îslamî mezin bibe temamê derfet û îmkanên xwe seferber dike. Her wisa bo nesla ciwan ji ferzkirin û zextên jiyana xeyrî Îslamî bi şiûr û bîra Îslamî bên muhafezekirin, Cemaata Hîzbullah serî li temamê micadeleyên meşrû dide.

Madde 30- Cemaata Hîzbullah; li gorî hêz û derfetên xwe bo problemên îqtîsadî, civakî, tenduristî û perwerdehîyê bên çareserkirin hewla pêwîst xerc dike û destekê dide wan aktîvîte û rêxistîbûnên di vî warî de pêdivî pê ne û ji wan re teşwîq dike. Derpêş dike ku divê zanist û teknolojî bi şikleke muspet ji xizmeta însanan re bê teqdîmkirin. Di vê bergehê de destek û piştgirîyê dide wan xebatên lêkolîn, pêşvebirin û zanistî.

Madde 31- Cemaata Hîzbullah; wan nûtî, guhartin û geşedanên ku ji ber şert û mercên dewrê derketine holê di çarçoveya Îslam û esasên Îslamê de dinirxîne û ji van a muspet li gorî hêz û derfetên xwe ji xizmeta civakê re teqdîm dike. Bingeha xwe ya teşkîlatê û fealîyetên xwe di her qadê de li gorî pêdivîyên dewrê  di asteke modern û nûjenî de digire.

Madde 32- Cemaata Hîzbullah; dizane ku şehadet, zindan û muhacerat encameke xwezayî ya micadelê ye û eleqedarbûna bi problem, derd û kulên malbatên muhacir, girtî û şehîdan ji wezîfeyên xwe yên eslî   qebûl dike.

Madde 33- Cemaata Hîzbullah; li hûner û berhemên hûnerê di çarçoveya pîvanên Îslamî de mêze dike. Destekê dide pêşvebirina wan şaxên hûnerên ên ku ji teref Îslamê ve nehatine qedexekirin.

Madde 34- Cemaata Hîzbullah; bawer dike ku divê dewlemendîyên sererd û binerd ên erdnigarîya Îslamê ji bin tasallûta biyanîyan bên rizgarkirin û temamê sepanên bê edalet û neheq ên di bin tasarrûfa wan de bên astengkirin û dîsa bawer dike ku divê ev dewlemendî li gorî pêdivî û mesleheta ummetê bê bikaranîn.

Madde  35- Ji bo meşrûîyeta temamê wan fealîyetên ku dê bên îcrakirin û helwest û tewrên ku di micadeleya  di her dewrê de di qadên pêwîst de bê dayîn a ku ji ber netîceyên mecbûrî yên micadelê û merheleya lê hatiye gihaştin derdikevin holê hebe, divê bi izna dezgehên rayedar ên Cemaatê be û di nezareta wê de bê îcrakirin.

Madde 36- Cemaata Hîzbullah;  him wek hareket û him jî wek ferd mesûl e ku girêdayê xûsûsên ku di vê  manîfestoyê de hatine diyarkirin be. Hemû kesên ku ji vê cemaatê ne tê qebûlkirin soza vê yekê dane. Cemaata Hîzbullah îlan dike; ger di sepan û amelên wê de xûsûsekî  ku ne li gorî Qur’an û Sunnetê ye bê tespîtkirin wê demê  ew xûsûs an dê bi nasê bê guherandin an jî dê bê fesihkirin.

Madde 37- Li gorî şert û mercên dewrê û bi tesdîqa dezgehên rayedar ên Cemaatê ev manîfesto dikare bê rojanekirin.

Dawîya doza me ji Xwedê re hemd kirin e.

 

Kaynak:Haber Kaynağı

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.
Önceki ve Sonraki Haberler